AYM, wê serlêdana Demîrtaş 6’ê Kanûnê pêk bîne

Dadgeha Destûra Bingehîn, diyar kir ku wê serlêdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş 6’ê Kanûnê pêk bîne û biryar bide.

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), diyar kir ku wê serlêdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş ê girtî 6’ê Kanûnê pêk bîne û biryar bide. Piştî demeke kin a girtina hevserok û parelemteran û şûnde hat diyarkirin ku girtina wan derveyî qanûnê ne, serî li AYM’ê hatibû dayîn.

AYM’ê, eşkere kir ku wê serlêdana Demîrtaş 6’ê Kanûnê pêk bîne û biryar bide.

AYM’ê di biryara demekî kin a têkildarî Gulser Yildirim de da, hate diyar kirin ku weke berê, berovajî biryara Balbay û Haberal bi hincetên mîna; “demê dirêj a girtinê hê derbas nebûye, girtina li pêşiya xebatên wê nabe asteng” serlêdan hatibû redkirin.