AYM: Li Îmraliyê mafê agahîstendinê hatiye binpêkirin

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), serlêdana Veysî Aktaş nirxand. Dadgehê biryar da ku azadiya agahîstendinê hatiye binpêkirin.

Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Girtî Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, ji Hezîrana 2015'an heta Tîrmeha 2016'an nikare mafê xwe yê axaftina bi telefonê bi kar bîne. Bi îdîaya "Fermandarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji derve re radigihîne" mafê wî tê binpêkirin. Aktaş li ser vê yekê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM'ê biryar li ser serlêdana Aktaş da û diyar kir, astengkirina axaftina bi telefonê "binpêkirina mafê agahîstendinê ye". Biryar ahte dayin ku bi 4 hezar TL'î tazmînata manewî ji Aktaş re bê dayin. Her wiha ji Aktaş xwest ku 2 hezar û 700 TL heqê darizandinê ew bi xwe bide.

SERLÊDANA KÛRAN HAT REDKIRIN

Nasrûllah Kûran jî beriya sala 2016'a ku ji bo Girtîgeha Sîlîvriyê hate veguhastin, li Îmraliyê serî li AYM'ê dabû. Kûran, ji ber ku mafê kantînê û mêvanan tê astengkirin, diyar kir ku mafê hurmeta li jiyana taybet û jiyana malbatî hatiye binpêkirin û serî li AYM'ê da. AYM'ê îdîa kir ku delîlên vê îdîayê nîne û serlêdan red kir.