Aydogan: Kesên Ocalan hepîs kirin, niha projeya Ocalan himbêz dikin
Aydogan: Kesên Ocalan hepîs kirin, niha projeya Ocalan himbêz dikin
Aydogan: Kesên Ocalan hepîs kirin, niha projeya Ocalan himbêz dikin
Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê xwarina piştevaniyê da. Di xwarinê de Parlamantera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku, kesên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hepis kirin, niha li projeye wî xwedî derdikevin û himbêz dikin.
Rêxistina BDP'ê ya Îzmirê li Parka Çandê ya Fuarê xwarina piştevaniyê da. Di xwarinê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Endamên meclisa BDP'ê endam û rêveberên BDP'ê yên Aydin, Mugla, Manîsa, Îzmîr, Balikesir û navçeyên wan amade bûn. Dîsa gelek karsaz û welatî jî amade bûn. Li salonê ji ber tevlîbûnê îzdîham pêk hat. Di bernameyma xwarinê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku, bajarê Îzmirê bi rengên xwe yên cuda bajarekî pir dewlenmende. Aydogan daxuyaniya CHP'ê ya Îzmirê Birgul Ayman Guler jî rexne kir û anî ziman ku, ev gotin xizmeta aştî û çareseriyê nake.
Aydogan da zanîn ku, ew li hemberî vê gotinê bi slogana "Bijî bıratiya gelan" bersiv didin û wiha got: "Em Îzmirê radesti kesên kevneperest û nijadperest nakin." Aydogan destnîşan kir ku, ew dê di makeqanûnê de zagona "Her kes tirke" biguherin û dê li şûna wê "Her kes hemwelatiyên Komara Demokratîk a Tirkiyeyê ye bi cih bikin û wiha got: "Em dê bêjin welatiyên komara demokratîk tirk, kurd, ereb, çerkez, û hemû kesên li ser vê axê dijîn in. Dîsa em dê zagona "Zimanê dewletê yê fermî tirkî ye" jî biguherînin û zimanê zikmakî bi cih bikin. Divê li ser vê axê her kes bi zimanê zikmakî bi axive."
'AKP DIXWAZE BDP'Ê LI DERVE BIHÊLE'
Aydogan bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "AKP dixwaze di vê pêvajoyê de BDP'ê li dervê siyasetê bihêle. Niha bi Birêz Ocalan re hevditina dikin. Ji bilî MHP'ê her kes piştgiriyê dide hevdîtinan. Gelê Tirkiyeyê aştî û çareseriyê dixwaze. Ger ku AKP samîmî û durist nêzî vê pêvajoyê bibe dê gavên çareseriyê bên avêtin. Lê AKP bi lîsikên xirab nêzîk dibe û dixwaze BDP'ê li dijî qada siyasetê bibe û li gorî xwe pirsgirêkê çareser bike. Lê BDP perçeyekî vê pêvajoyê ye. Kesên ku berê Ocalan girt û avêt hepsê niha li projeyên wî xwedî derdikevin û hembêz dikin. Birêz Ocalan, ji sala 1999'a neha niha 14 salin li gel tecrida giran bi projeyên xwe yên aştiyê komplo vala derxist û pûç kir. Niha AKP li pojeya Birêz Ocalan a biratiya gelê kurd û tirk û Tirkiyeya mezin xwedî derdikeve. "
Piştî axaftinan yekîneyên lîstika folklorê derketin ser dikê û koma kemençe ya herêma Mêrdînê derket ser dike.