Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûazez Orhan, Saît Dede û endamên partiyê serdana goristanan kirin.
Heyet serdana goristana li taxa Orman a dewleta Tirk 13’ê Adara 2016’an qedexeya derketina derve lê ragihand û kesên di demê qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn û li vir hatibûn veşartin, cara 7’an êrîş hate kirin, kirin.
Hevseroka BDP’ê Salîha Aydenîz a li ser gorên hatine texrîbkirin daxuyaniyek da got: “Hovîtî ye”.
Aydenîz bi domdarî got: “Ev êrîş tê wateya bidawîbûna îtifaqa di navbera AKP-MHP’ê de. Di nava tirsê de êrîşî goristanan dikin. Ne hiqûq, ne exlaq û ne jî mirovahî maye.”
Aydenîz a got: “Ev hişmendiya DAÎŞ’ê ye” wiha pêde çû: “Êrîşên DAÎŞ’ê yên li dijî mirovahiyê, bi êrîşkirina ser goristanan re destpê kir. Ev êrîşên ku li dijî nirxên Kurdan in, rewşekî wilo ye ku exlaqê dijminahiyê jî derbas dike. Ev êrîş wê nikaribe hilweşîna wan bide sekinadin.”
Aydenî bang li raya giştî kir û got: “Divê Kurd li dijî êrîşên wiha bi tenê neyê hiştin.”
Di serdanê de dayika Suleyman Aksû, Kudret Aksû ku di qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû ku gora wî hatibû texrîbkirin jî amade bû. Dayik li ser gora kurê xwe got: “Kurê min mamost e bû. DAÎŞ’ê kurê min kuşt. Çima êrîşî gora wî dikin, ji kurê min çi dixwazin?”
Heyet piştre malbatên ku gorên wan hatine texrîbkirin, ziyaret kirin.