Aydar: Mikurhatinên Pekîn cidî ne, divê Ewropa cidî bibîne

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku mikurhatinên Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî Îsmaîl Hakki Pekîn ên li ser komkujiya Parîsê û banga ji bo sûîqestên nû cidî ne, lewma divê Ewropa van gefan cidî bibîne.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar têkildarî gefên Îsmaîl Hakki Pekîn ku rêveberên KCK'ê yên li Qendîlê û Ewropayê kir hedef û mikurhatinên komkujiya Parîsê ji ANF'ê re axivî.

Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî ya Artêş Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn 16'ê Sibatê di bernameyeke CNN Turk de diyar kiribû ku divê êriş li dijî rêveberên KCK'ê yên li Qendîlê bê kirin. Pekîn dema ku Kurdên li Ewropayê jî kir hedef, li komkujiya Parîsê jî mikur hat: "Li Ewropayê rêveberên wan hene. Divê em tiştekî bînin serê rêveberên wan ên li Ewropayê. Berê li Parîsê hate kirin, belê..."

Di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin.

Aydar got, "Îsmaîl Hakki Pekîn yekî ji rêzê nîne. Kesekî welê ye ku Serokatî ji Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî re kiriye."

Aydar got, "Piştî ku teqawît bû bi rengekî çalak tevlî siyasetê û karên nivîsê bû. Her tiştî baş dibîne û zane; baş zane ku li organên kûr ên dewletê çi tê kirin, çi biryar tên girtin. Gotinên wî girîng e."

JI DU ALIYAN VE GIRÎNG E; YA YEKEMÎN MIKURHATINE!

Aydar destnîşan kir ku ev daxuyanî ji du aliyan ve girîng e û got, "Ya yekemîn; weke endamekî payebilind ê îstîxbaratê li komkujiya Parîsê mikur hat. Bêhemdî dibêje, lê girîng e ku mikur hat. Ev yek ne mikurhatina destpêkê ya rayedarên Tirk e. Ji xwe belgeyên vê jî hene. Berê jî di dema şerê cemaetê û AKP'ê de cemaetê hin qeydên deng û belgeyên MÎT'ê weşandibû. Piştre jî Tayyîp Erdogan sala 2014'an di dema kampanya hilbijartinê de hem li Rihayê hem jî li Agiriyê Cemaeta Fethûllah Gulen sûcdar kir. Mikurhatina Îsmaîl Hakki Pekîn polîtîkaya sûîqestê ya dewleta Tirk deşîfre dike."

Erdogan di Adara 2014'an de di mîtînga hilbijartinê de ya li Rihayê işaret bi hevkarê xwe yê berê cemaeta Gulen kiribû û gotibû, "Destpêkê pêvajoya Oslo sabote kirin, piştre jî xwestin Musteşarê min ê MÎT'ê bigire, wî bêbandor bike Piştre jî li Parîsê hin sûîqest kirin."

Di lêpirsîn û îdîanameya têkildarî komkujiya Parîsê de agahî û belge hemû nîşan didan ku Enqere ji komkujiyê berpirsyar e. Qeyda deng a hate weşandin, belgeya fermanê ya veşartî ya bi mohra rêveberên MÎT'ê, axaftinên veşartî yên bi telefonê, serdanên kujer li Tirkiyeyê, mikurhatinên sîxurên payebilind ên MÎT'ê yên ji aliyê PKK'ê ve dîl hatin girtin û gelek şahidên din nîşan didan ku komkujî ji aliyê Enqereyê ve hatiye birêxistinkirin.

'YA DUYEMÎN JÎ GEF E'

Aydar ji bo aliyê duyemîn ê girîng ê gotinên Pekîn jî wiha axivî:

"Ya duyemîn jî bi rengekî eşkere dibêje; li Ewropayê rêveberên KCK'ê hene û divê êriş li dijî wan bê kirin. Ev yek mikurhatine û gefxwarin e. Ev ne tenê gotina Pekîn e, ya şêwirmendên organên veşartî yên dewletê ye."

'GIRÎNG E Û EM CIDÎ DIBÎNIN'

Aydar got, "Lewma em vê gotinê girîng û cidî dibînin" û wiha dewam kir:

"Em ê li gorî vê yekê tevbigerin. Bêguman em tedbîrên xwe werdigirin, em ê werbigirin. Dewleta Tirk demeke dirêj e li vê qadê karê sûîqestê dike. Li Elmanya, Belçîka, Fransayê hin endamên wan eşkere bûn. Li dijî hin derdoran ku ez jî di nav de me hewldanên sûîqestê dikin. Di vê mijarê de lêpirsîn hene. Li Elmanyayê jî hin doz hebûn, hinek hatin darizandin. Li Belçîka û Fransayê lêpirsîn dewam dikin. Di vê mijarê de li Belçîkayê dosyayeke berfireh heye."

JI SALA 2011'AN VE HEWLDANA SÛÎQESTAN HEYE

Aydar bi bîr xist ku hewldanên sûîqestê nû nîne û got, "Di sala 2011'an de dets pê kirin û heta îro jî dewam dikin. Mikurhatina ji aliyê kesên bi vî rengî ji bo me girîng e, em tedbîrên pêwîst werdigirin."

BANDORA LI DOZA PARÎSÊ

Aydar destnîşan kir ku divê mikurhatinên Pekîn bandorê li dosya têkildarî kuştina sê jinên şoreşger bike.

Aydar got, "Divê bandora xwe li doza Parîsê jî bike. Dewleta Tirk bi rengekî eşkere li Parîsê komkujî kir. Dewletê li vir sûîqest kir, teror kir. Tirkiye dewleteke terorîst e."

Aydar bal kişand ser wezîfeya rayedarên edlî yên Fransayî û got, "Li Fransayê divê li dijî Tirkiyeyê dozeke kuştinê bê destpêkirin. Ne tenê têkildarî kujer Omer Guney de be, divê yên ku fermana komkujiyê dane jî yên li Enqereyê jî derkevin pêşberî dadgehê. Em li bendê ne û dixwazin ku meqamên edlî yên Fransayê hîn bi rengekî cidî li ser rawestin. Ev ne bûyereke şexsekî ye, ji aliyê MÎT'ê ve hatiye birêxistinkirin, ji aliyê Enqereyê ve hatiye kirin û li Parîsê hatiye pêkanîn. Dewleta Tirk û rêveberên wê demê berpirsyar in."