Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) Zubeyîr Aydar li Konferansa Kurd a li Parlamentoya Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê dewam dike, axivî, bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Aydar got; “Li gor agahiyan, li derdorên AKP-MHP’ê nîqaşên bêbandorkirina Ocalan tên kirin. Li dijî vê pêwîst e saziyên YE û navneteweyî hê hestiyartir bin.”
Aydar di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka Kurdan, her wiha li ser rewşa wan a li Rojhilata Navîn rawestiya. Aydar li ser ‘pêvajoya aştiyê’ ya mabeyna PKK û Tirkiyeyê jî rawestiya, got; “Sermuzakerevanê van hevdîtinan Birêz Abdullah Ocalan bû. Lê ji 5’ê Nîsana 2015’an ve pêwendiyên bi Birêz Abdullah Ocalan re qut bûne. Ji wê demê ve tecrîda şidandî heye. Birêz Ocalan bi salan e ji bo çareseriyek aştiyane hewl dide. Ev şertên ku lê tê ragirtin, tê wateya neçareserî û şer.”
‘LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ÎMHAYÊ YÊN AKP’Ê DIVÊ EWROPA BIKEVE NAV TEVGERÊ’
Aydar got, “Niha li vir dixwazim agahiyeke gelekî girîng û nû ketiye destên me parve bikim” û axaftina xwe wiha domand, “Li derdorên AKP-MHP’ê nîqaşên bêbandorkirina Ocalan tên kirin. Heta yên vê nîqaşê dikin jî encamên wê ji cihên cur bi cur dipirsin. Rojevkirina darvekirinê, nîqaşên bi vî şiklî, bi vî awayî şêwekirina civakê jî mîna hewldanên li ser vê rêkê tên nirxandin. Ev çiqasî rast e em nizanin. Lê, hin agahî tên ku dibêjin ev ji bo bêbandorkirina Birêz Ocalan tên kirin. Ez naxwazim înfîal û kaoseke ku di encama vê de derkeve bifikirim jî. Lewre jî di serî de gelê Kurd, pêwîst e tevahî derdorên têkîldar, Yekîtiya Ewropayê, saziyên YE û navneteweyî yên têkîldar û raya giştî di vê mijarê de hê hestiyartir bin û li ser vî esasî pêşî li vê talokeyê bigirin. Ez di dawiya axaftina xwe de careke din dixwazim bala we bikşînim li ser gef û talokeya li ser Birêz Ocalan û banga xwe nû dikim ku divê konferans di vê mijarê de xwedî helwest be.
‘DIXWAZIN ME BIKUJIN’
Aydar bi bîr xist ku Tirkiye Kurdan dike hedef û got; “Hevserokên HDP’ê, parlamenter, hevşaredar girtin, bi hezaran mirov ji cih û warên wan kirin. Tirkiye bi van jî têr nabe. Ketina nav hewldanan mîna 9’ê Çileya 2013’an ku 3 siyasetmedarên Kurd ên jin li Parîsê bi sûîqestê qetil kiribûn. Agahiyên ji çavkaniyên cur bi cur ji me re tên hene. Li gor vê, Tirkiye ji bo hin siyasetmedarên Kurd ku ez jî tê de me, bikuje, tîmên xwe yên sûîqestê di serî de Belçîka, şandine gelek welatên Ewropayê.”