Ay: Zextan li berxwedêrên girtî dikin
Birayê Ayetûllah Ay ê di girtîgeha Kiriklarê de ye, di derbarê berxwedêran de agahî da û bal kişand ser rewşa berxwedêrên girtî, banga bihîstiyariyê kir.
Birayê Ayetûllah Ay ê di girtîgeha Kiriklarê de ye, di derbarê berxwedêran de agahî da û bal kişand ser rewşa berxwedêrên girtî, banga bihîstiyariyê kir.
Birayê Ayetûllah Ay ê li girtîgeha Kiriklar di greva birçîbûnê de ye, Şeref Ay li ser hesabê xwe yê tevna civakî di derbarê birayê xwe û berxwedêrên din ên girtî de agahdariyek parve kir û banga bihîstiyariyê kir. Peyam wiha ye;
“Ez dixwazim di derbarê rewşa birayê Ayetullah Ay ê girtîgeha Kirikkale tê ragirtin de agahî bidim we. Li gorî agahiya ku dayik û xwişka min dane, îro çûne hevdîtinê û birayê min ê ku di greva birçîbûnê de ye ragihandiye ku van rojên dawî li wan zextan dikin. Herî dawî îro çûne ser hucreyên wî û hevalên wî yên din ku ew jî di greva birçîbûnê de ne, cil û bergê wan qetandine hemû pirtûkên wan avêtine xwarê û her wiha heqaret li wan kirine. Ev kiryarên wan di rojên dawî de zêdetir bûne.
Her wiha îro zilm û heqaretan li malbatên girtiyan ku çûbûne hevdîtinê kirine. Di dema lêgerînê de hem girtiyan, hem jî malbatan bertek nîşan dane, lê gardiyanan ji wan re gotine dengê xwe nekin ev fermana Wezareta Edaletê ye û ji wan re çi hatibe gotin wê ew jî bikin. Her wiha birayê min û hevalên xwe gotine ku zextan li me dikin ku em dev ji berxwedana xwe berdin. Lê belê wan jî diyar kiriye ku dev ji berxwedana xwe berndadin û heta dawiyê wê bi biryardarî bidomînin û bi van pêkûtiyan nikarin wan bitirsînin.”
Birayê Ayetûllah Ay, Şeref Ay, banga bihîstiyariyê li raya giştî kir ku xwedî li berxwedana girtiyên zindanê derkevin.