Avesta: Êzîdî êdî dijminên xwe baş nas dikin
Endama Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku PDK pereyên ku ji bo alîkariya Êzîdiyan hatine şandin ji bo sîxûrritê bi kar tîne.
Endama Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku PDK pereyên ku ji bo alîkariya Êzîdiyan hatine şandin ji bo sîxûrritê bi kar tîne.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta tevlî bernameya Çira Welat a Çira TV bû û rojev nirxand.
Avesta di destpêka axaftina xwe de bibîr xist, ku rojnamevan Nûjiyan Erhan ji aliyê çeteyên PDK'ê û şervanê YBŞ'ê Ferhat jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Şengalê şehîd hatine xistin û ew bibîr anî.
Avesta diyar kir, rojnamevan Nûjiyan Erhan hê di temenê ciwan de ku xwendekara zanîngehê bû tevlî nava têkoşîna azadiyê bû û piştî fermana 73'an li civaka Êzidî rabû, bi eşqeke mezin berê xwe da çiyayê Şengalê.
Avesta got, "Bi kêfxweşiyeke mezin, di heman demê de bi hêrseke mezin ji bo heqîqet veşartî nemîne Nûjiyan tevî komek ji rojnamevanan li Şengalê kedeke mezin da. Du sal bênavber heqîqet bi cîhanê re da naskirin û miraseke xurt û kedek mezin li pey xwe ji bo civaka Êzîdî û ji hevalên xwe yê rojnamevan re hişt."
Avesta li ser kesayeta Erhan got: "Weke şexs jî hevala Nûjiyan hevalek dilsozê tekoşînê bû, hevalekê rûken bû. Bi her kesî re dikarîbû hevaltiyê bike û dikarîbû bibe bersiva gelek mijarên ku em bêjin jê re çareserî pêwîste, tê de nakokî hene."
'GEL DI NEWROZÊ DE BERSIVA PÊWÎST DA DESTHILADARIYÊ'
Sozdar axaftina xwe wiha dewam kir: "Newroza îsal ji hemû Newrozan watedartir bû. Bi taybetî berxwedana jinan bi her awayî xwe da pêş û gelê Kurdistanê bû Newroz, Newroz bû gelê Kurdistanê. Gelek balkêş e li gelek cihan cara yekemîn Newroz dihat pîrozkirin. Ev gel ji zordarî, desthilatdariyê re dibêjin ÊDÎ BES e. Yanî êdî gel dibêje ez heme, ez li azadiya xwe digerim. Newroz û 8’ê Adarê, bihara 2017’an bi berxwedanê pêşwazî kir. Gelê Êzîdî beriya erîşa 3’ê Adarê xwe jî 8’ê Adarê û Newrozê re amede dikirin, çeteyên ku bi destê dewleta Tirk hatibûn perwerdê kirin, yên PDK’ê xwestin roja jinê û Newrozê li gelê Êzîdî bikin êş, girî, xwîn, êrişî civaka Êzîdî û desketiyê civaka Êzîdî kirin. Bi destê wan xwîna ciwanên Êzîdî hat rijandin. Şervanên YBŞ,YJŞ û asayîşa Êzidxanê xwe xiste mertalên zindî. Çawa Nûjiyan xwe kir mertala zindî derket serê çiyayê Kurdistanê, gerîlayê HPG’ê jî xwe xistin mertalên zindî ji bo ku xwîn neyê rijandin. Tevî vê jî mixabin ciwanên Êzidî li ser destê van çetayan şehîd ketin."
'GEL BI VÎNA XWE SÎNORÊ QEDEXEYÊ RAKIR'
Avesta bal kişand ser gotinên rayedarên dewleta Tirk ku digotin Cizîra Botan êdî serî ranake û got: "Lê bele dîtin ku gel hîna serê sibê wekî lehiyê herikî qada Newrozê. Cihên pîrozbahî lê hate qedexe kirin û gel qedexe nas nekirin bi vîna xwe sinor rakirin. Dewleta faşîst a Tirk jî dît êdî Newroz ji bin îrade û însîyatîfa wan derket, serê sibê nûçeyên wekî qad vala ye û kes nehat, êdî PKK ket. Lê belê dîtin qad tijî dibin û gel berê xwe dide cihê Newrozê carek din dest bi dek û dolaban kirin û ciwanê bi navê Kemal Korkut qetil kirin. Kemal Korkut ji komkujiya Enqereyê xilas bibû. Şahidê qetlîama li Enqereyê bû. Dewleta ku pêşiya van komkujiyên weke Roboskî, Amed dîsa wekî Enqere ne girtîbû. Ciwanê ku şahidê van bûyeran bûn, bi hêrs û kîna xwe bi tîşortekî ser Kurdistan dinîvîsîne nîşan dan. Ji bo bi rûmeta ciwanên Kurd bileyizin, çûn tişortê ser wî qetandin. Pêşiya cîhanê hemû ew qetilkirin. Yên ku ew wêne kişandî û raya giştî re parvekir çapemeniya azad bû. Ji bona wê ewqas êrîşî çapemeniya azad dikin. Di wêneyan de jî derket holê ku ev înfaz e. Li şûna ku kujerê Kemal Korkut bigirin û dadgeh bikin, ew berdan û weşandina wê hovîtiyê ya li ser çapemeniyê qedexe kirin. Qaşo di axaftinên xwe de behsa demokrasî û azadiye dikin."
'PLANÊN PDK LI WAN ZIVIRÎN'
Avesta axaftina xwe wiha domand: "Êrîşên PDK,DAIŞ û dewleta Tirk wekhev in. Ji ber ku zîhniyet yek e. Ji xwe yê ku DAIŞ çêkiriye, pêşengtiya Erdogan û dewlatên wekî wan çete ne. Êrîşên li ser Şengalê xizmetê ji gelê Kurd re nake, ji yekitîya Kurdan nake. Bi taybetî, bi vî rengî çûna PDK û çeteyan li ser Êzîdiyan bi ti şêwazî nayê qebûlkirin. Çi tiştê ku xwestin li ser Tevgera Azadiyê bikin li wan zîvirî. Sekna Kurd a bi zanebûn hesabên wan pûç kirin û wê hesabê Kemala jî ji vana bipirsin. Hemû ciwanên tevlî Newrozê bûne pêwîste vê bibînin û berê xwe bidin çiyayên azad."
Avesta ji bo tola şehîdan û ciwanan were rakirin bang kir ku berê xwe bidin çiya û wiha got: "Ê ku hesap ji dijmin dipirse di nava artêşa Egîdan de ye. Fermandar Egîd-Mahsum Korkmaz ji qehremanan artêşek afirand. Niha jî ciwanên Kurdistanê bi tevlîbûna nava artêşa Egîd dikarin heyfa Kemalan, Ferhatan, Nûjiyanan, Nazêyan rakin. Ciwan ancex bi vî rengî dikarin xwedî li mîsyonên xwe derkevin."
'NIRXANDINÊN LI SER PDK’Ê CAREKE DIN PIŞTRAST BÛN'
Avesta got, nirxandinên tevgera wan di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an li ser mala Barzanî kir, piştrast bû û wiha dewam kir: "Di dema fermanê de Tevgera me diyar kir ku Mala Barzanî Êzîdi ji çav derxistiye. Di vê demê de jî hate xuyakirin ku ev şîrove çiqas di cih de ye. Ji bo Êzîdî di ve xakê de nejîn di qada navneteweyî de bazar hatiye kirin. Hat xuyakirin ku bi qirkirin û qetilkirinê nikarin Êzîdiyan tine bikin. Ji ber vê jî serî li lîstokên wisa didin. Niha Êzîdiyan tînin hemberî hev. Ji bo Kurdan jî dibêjin kurmê darê ne ji darê be dar narize. Êzîdî gihane asteke wisa ku dijminê xwe naskirine. Dizanin ku dost e yan jî dijmin e. Pêwîste gelê Êzîdî vê baş bizanibe dijminê wan ji wan re dibeje; tu kî ye ku dibêje ez ê siyasetê bikim, li ber xweb idim, xwedî li çand û ola xwe derkevim'."
'PEREYÊ PDK DIDE SÎXURÊN XWE ALÎKARIYA JI BO MEXDÛRÊN FERMANÊ YE'
Avesta destnîşan kir ku PDK’e jî mina Tirkan di nava civaka Êzîdî de dest bi pêşxistina sirûxtiyê kiriye û wiha got: "Fermandarên PDK’ê ji bo Êzîdiyan bi hev bidin kuştin, di navbera malbatan de xirabiye çêbikin. Ciwanên Êzîdî ji YBŞ dûr bixin sîxûrtiyê pêş dixin. Çawa ev 35-40 sal in dewleta Tirk sixûrtî li ser gelê Bakurê Kurdistanê dide meşandin, PDK niha di nava Êzîdiyan de pêş dixe. Ciwanê bi navê Husam Birahîm ji cîheki herî pir li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe daye, ji gundê Zorava ye. Û keda xwe ji di nav YBŞ’ê de heye. Bi destê van dixwazin ciwanan bixin. Ez ji vê bawerim bi dehan malbatên ku nehatine eşkere kirin hene. Ji malbatan re dibêjim zarokên xwe bînin bila tiştekê nekin, em ê pere bidin wan. Ew dizanin Êzîdî vê ji wan re nahêlin. Niha li nav Êzîdiyan digerin û dibêjin; her yek we hema 10 kesan bînin, mala xwe nobed bigirin em ê meaş bidin we. Ji ber ku çeteyên rûyê wan yê reş derketiye holê, bi vê şêwazê Êzîdiya didin pêş. Yên ku rastî ji oldarên Êzîdiya ne, yên Başûr in, civaka Şengalê pêwîste van bibînin û bêjin êdî bes e. Li cihê biçe sîxurtî bikin, bila li rûmeta xwe xwedî derkevin û fermana 73’an ji bîr nekin. Çawa çekê ji bo Êzîdiya tên dayin li hember Êzîdiya kar tinin, pereyê didin sîxura yê ku ji bo alîkariya koçberên fermanê ne tên, didin van sixûran. Ez li vir bang li civaka Êzîdî dikim bila kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin. Pêwîst e tifaqa navxweyî çêbikin.”
'BILA PDK DEV JI LÎSTOKÊN LI SER CIVAKA ÊZIDÎ BERDE'
Avesta axaftina xwe wiha domand: "Kîjan partî dibe bila bibe êdî destê xwe yê xirab ji bikaranîna civaka Êzîdî bikişine. Ev bi navê Heyder dibe, Qasim dibe ferq nake. Ew jî dizanin di fermandariya YBŞ’ê de, di fikir û ramanê azadiyê de ev nîn in. Ew jî dizanin Êzîdî li ser fîkrê Rêber Apo xwe pêş dixin û xwe birêxistin dikin. Dixwazin pêşiya vê bibin asteng. Kîjan Êzîdî biçe focayên van, li satirê wan de bisekine ferqa wan namîne. Ez banga gelê Êzîdî dikim çawa ev serê 10 rojan e bûne mertalên zindî û li ber xwe didin, bila çekên wan berdin û ji wan satiran derkevin. Wezaretê berdin, ne mecbûr in leşkeriyê ji wan re bikin. Pêwîst e vê qirkirinê, bêrûmetiyê qebûl nekin. Rûmet û şeref bi maaşa nayên dayin. Hê keç û jinên Êzidî di destê DAIŞ’ê de ne. Xwîna Nazê hê li erdê ye. Bila nêbêjin me nedizanibû YBŞ’e li vir bû ev ne rast in. YBŞ şervanên xwe bi zorê disekinîne. Ji bo heyfê rakin bi dehan rapor dişînin ji fermandariya xwe re. Lê YBŞ naxwaze xwîn bê rijandin. Dizanin li wir lîstik hene û Êzidiyan berdin hev. Pêwîste ev helwesta YBŞ’ê bê dîtin."
'BILA ÊZÎDÎ NETIRSIN YBŞ LI PIŞTA WAN E'
Avesta got bila êdî civaka Êzîdî ji tiştekî netirse û wiha pê de çû: "Civaka me ya Êzîdî yên li Ewropayê ji bo xweseriya Şengalê çend roj in dimeşin, ji Elmanya heya Brukselê meşiyan. Ji bo Êzîdî bibin yên xwe, parastina Êzîdiyan hebe û ji bo ku gelê Êzîdî bikaribe xwe bi xwe bi rêxistin bike û xwesertiya wan hebe. Raya gişti jî vê daxwazê neyînî nabîne. Herî dawî li Skoçya, parlementa Skoçyayê biryarek girt. Got qirkirinek li ser gelê Êzîdî heye. Ev biryarek di cihê xwe de bû. Beriya niha Neteweyên Yekbûyî di pêşnûmeyekê de diyar kir, divê xweseriya gelê Êzîdî hebe. Li Ewropa hîn di Cotmeha 2016’an de konferansek hat çêkirin. Gotin divê xweseriya Şengalê û ya Nînowa were qebûlkirin. Niha eger ku civaka Êzidî bi kêrî xwe werin wê ev pêk werin. Ew gelê ku bi rojan meşiyane, divê wê kedê bibîne, ew kesên bi piştgiriya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê re 10 roj in ku di bin konê bi navê Bibe mertal ji bo ax û rûmeta Şengalê' de bûne mertalên zindî, divê berxwedana wan bibînin. Dema çalakiya xwe ya kon bidawîkirin şûn de jî divê gelê me yê Êzîdî bi çalakiyên xwe yên cur be cur têbikoşin li hember vê xiyanetê û bêbextiyê. Bila Êzîdî netirsin YBŞ li pişta wan e û Tevgera Azadiyê da xuyakirin ku ji bo berjewendiyê civaka Êzîdî, ji bo civaka Êzîdî bi ser bikeve, ji bo ku ev mirasa dîrokî ji holê ranebe û ji bo ev ola qedîm bi rengê xwe bijî ew li pişt wan in. Tişta ku em dikarin em ê bikin û em wan tenê nahêlin. Bila kes netirse û bila neyê leyistikên kesî."
'DIVÊ GELÊ ME DERDORA DILÊN AZADIYÊ KOM BIBE'
Avesta ji bo girtiyên ku ev 42 roj in li hemberî zilma AKP’ê ketine greva birçûnê banga bihistyarbûnê kir û got: "Îro dibe 42 roj ku yên di girtigeha Şakranê de ketine rojiya birçî bûnê. Rastî êdî xeteriyek mezin jî tê jiyîn. Ruxmî ku di milê tenduristiyê de zehmetiyek dikişînin, li ser wê jî zilmek û îşkencek heye. Wan êdî sirgûnî girtîgehên din dikin. Ev jî faşîzima 12’ê Îlonê ye. Di 12’ê Îlonê de bi heman şêwazî bi ser girtîgehan de çûn. Heval Mazlûm Dogan li hemberî vê serî rakir û jê re got Na û zindan kir qada berxwedanê. Di roja îro de jî li ser şop û felsefa Mazlûman dilên azadiyê di nava berxwedaneke mezin de ne, bi hemû awayî li azadiya Rêber APO xwedî derdikevin, li nirx ,destketiyên xwe xwedî derdikevin, li nasnameya xwe xwedî derdikevin, li hebûna xwe xwedî derdikevin û li statuya xwe xwedî derdikevin. Divê gelê me dereng nemîne li derdora dilên azadiyê kom bibin û bi hemû awayî piştgiriya wan bikin û wan tenê nehêlin. Divê raya giştî û saziyen mafên mirovanan têkevin nava hewldanan. CPT divê rojek beriya rojekê biçe van girtîgehan, rewşa girtîgehan di cihê de bibîne. Kesên di vê çalakiyê de cihe xwe girtine çeka wan tenê vîna wan e."
'ROJBÛNA RÊBER APO ROJBÛNA CIVAKA YE'
Sozdar Avesta di dawiyê de peyama 4’ê Nîsanê da û ev roj li tevahî gelê Kurd pîroz kir û got: "Peyama me ji bo 4’ê Nîsanê, divê em îsal ji hemû salan zêdetir, bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê biherike Amarayê. Divê rêya Amara bixin rêya berxwedanê. Divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê û yê ku bikaribin biçin xaka pîroz cihê ku Rêber APO ji dayik bûyî roja 4’ê Nîsanê pîroz bikin. Di heman demê de hemû gelê me bikaribin roja 4’ê Nîsanê bi taybet jî jin û ciwan divê rojbûna Rêber APO weke rojbûna xwe bibînin û pîroz bikin. Pêwîst e bi ruhê 'teqez em ê bi ser bikevin' 4’ê Nîsanê pêşwazî bikin. Ez jî ji niha ve roja 4’ê Nîsanê pîroz dikim û ez dibêjim rojbûna Rêber APO rojbûna civakan e, gelan e û bi taybet jî ya jina azad e. Em weke roja xwe dibînin. Em di vê rojê de soz didin ku em êdî heta rojên azad bi Rêber APO re bijîn em ê têbikoşin. Di hemû çeperan de û di hemû qadan de em ê tekoşînê mezin bikin."