AvEG-Konê êrîşa li ser çalakgerên li Rêxistina Efûyê şermezar kir

AvEG’ê êrîşa polîsan a li ser çalakgerên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî şermezar kir.

Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropayê (AvEG-Kon) derbarê êrîşa li ser çalakgerên li avahiya Rêxistina Efûyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo balkişandina grevên birçîbûnê çalakî hatibû destpêkirin û polîsan êrîşî vê çalakiyê kirine û 20 kes hatine destgîrkirin.

AvEG-Konê diyar kir ku vê êrîşa polîsan a li avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî cihê şermê ye û got ku “Sazî, dezgehên ku îddîa dikin ew mafên mirovan diparêzin divê li hemberî tecrîd û faşîzmê têkevin nav hewldanan. Bêdengî tê wateya şirîkatiya sûc.”