AvEG-Kon: Ji bo xatirê aştî û azadiyê em dibêjin NA!
AvEG-Kon destnîşan kir, ku ew ê ji Ewropayê jî li ber zilma faşîst û dîktatoriyê rabin û banga têkoşîneke hevgirtî kir.
AvEG-Kon destnîşan kir, ku ew ê ji Ewropayê jî li ber zilma faşîst û dîktatoriyê rabin û banga têkoşîneke hevgirtî kir.
Konfederasyona Koçberan a Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) li ser referandûma, ku wê dîktatorî pêşkêşî dengdanê bê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, barbariya faşîst bi hemû derfetên Rewşa Awarte û Biryarnameyan, li Kurdistan û Tirkiyeyê êrîşî mûxalefeta demokratîk şoreşger û gelan dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Erdogan ê faşîst, bi 'hewesta' dîktatoriyê welêt vediguherîne gola xwînê û ji bo desthilatdariya xwe ya faşîst zexm bike, Destûreke Bingehîn a Faşîst pêşkêşî referandûmê dike."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku pêkane referandûm di meha Nîsanê de were kirin û hat destnîşankirin, ku bersiva herî watedar a ji Erdogan ê faşîst û derdora wî re bê dayîn, dengê 'NA' ye.
AvEG-Konê, girtina Hevserokên HDP'ê, siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen, jin û ciwanan bibîr xist û got, "Li dijî zilma faşîst, bersiva me ya li Ewropayê ya li hemberî dîktatoriyê, wê careke din 'NA' be."
AvEG-Konê bang li her kesî kir, ku li dora kampan 'NA' li hev bicivin û têkoşîneke hevgirtî bi xurtî bimeşînin.