AvEG-Kon: Berxwedan geş bibe wê tecrîd bişike

AvEG-Kon bal kişande ser girîngiya berxwedanê ya li dijî tecrîdê û got, ''Heke berxwedan were geşkirin û têkoşîna were yekkirin tecrîd dikare were şikandin''.

Konfederasyona Koçberên Çewisandî (AvEG-Kon) têkilî çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de çalakiya Guven hate slavkirin û hate gotin,''Ev 20 sal in li Girava Imraliyê li ser Rêzdar Ocalan tecîdek heye û ev ji 2 salan zêdetir e ku nayê hiştin ku malbat û parêzerên xwe bibîne. Ev jî bi me re fikaran çêdike''.

TECRÎD PARÇEYEK JI ÊRÎŞA GIŞTÎ YE

Di daxuyaniyê de hate gotin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parçeyek ji êrîşa giştî ya mêtinger a li ser gelê Kurd e, dewleta Tirk bi êrîşa tecrîdê ya li ser Ocalan hemû peymanên mafê mirovan û hiqûqa navnetewî bin pê dike, tecrîd bi rengê êşkenceyê tê domandin û ev sûcê mirovahiyê ye.

CPT, KONSEYA EWROPA Û NY HEVKARÊ SÛCÊ DEWLETA TIRK IN

Bi berdewamî di serî de bêdengiya CPT, NY, Konseya Ewropayê hate bibîrxistin, hate gotin, ''Bi bêdengiya xwe tecrîdê dipejirînin û dibine hevkarê sûcê dewleta Tirk a faşîst.''

TECRÎD BI GEŞKIRINA BERXWEDANÊ DIKARE WERE ŞIKANDIN

Bi berdewamî hate gotin xwedîderketina li çalakiya birûmeta Leyla Guven peywira her kesî ye ku li dijî tecrîdê ye û heke berxwedan were geşkirin, têkoşîn were yekkirin tecrîd dikare were şikandin.
AvEG-Konê herî dawî got, ''Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Di cih de divê tecrîda li ser Rêzdar Ocalan bi dawî bibe.''