Avahiya HDP’ê ya li Golbaşi rastî êrîşê hat

Li hember avahiya HDP’a Golbaşi êrîşa bi molotofkoteylan pêk hat. Di êrîşê de zerareke mezin a madî rû da.

Li hember avahiya HDP’a Golbaşi êrîşa bi molotofkoteylan pêk hat. Di êrîşê de zerareke mezin a madî rû da.

Avahiya HDP’ê ya li Taxa Bahçelîevler a navçeya Golbaşi ya Enqereyê duh bi şev ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve rastî êrîşê hat.

Di êrîşê de ke zerara madî rû da, polîsên hatin avahiyê lêkolîn kirin. Hat diyarkirin ku têkildarî êrîşê kesek nehatiye binçavkirin û midûriyeta polîsan ji bo îfadeyê bang li Hevserokê Navçeya HDP’ê Mehmet Çorekçî kiriye.