Avahiya BDP'ê ya Ceyhanê rastî êrîşê hat

Avahiya BDP'ê ya Ceyhanê rastî êrîşê hat

Avahiya Rêxistina BDP'ê ya Ceyhanê şevê din rastî êrîşê hat. Kesê bi navê Abdulkerîm Erdem ku 3 caran hewl da êrîşî avahiyê bike, herî dawî cam û deriyên avahiyê şikand û ket hundirê avahiyê. Êrîşkar piştî ket avahiyê hemû alavên avahiyê belav kirin.

Şevê din di demjimêr 02.30 û 03.00'ê şevê de kesê binavê Abdulkerim Erdem li dijî avahiya BDP'ê ya Ceyhanê êrîş pêk anî. Erdem di êrîşê de cam û deriyê avahiya BDP'ê şikandin û ket hundirê avahiyê. Erdem ku cam û deriyê avahiyê şikand hemû alav û amûrên avahiyê belav kirin û derket. Piştî notirvanê avahiyê bi êrîşê hesiya li polîs geriya. Polîsê hat cihê bûyerê Erdemê ku êrîşî avahiya BDP'ê kir binçav kir. Hat zanîn ku, Erdem nexweşê ruh û aqile û dê wî sewqî Nexweşxaneya Nexweşiyên Ruh û Sînîr ya Kurttepe ya Edeneyê bikin.

Rêveberê BDP'a Seyhanê Tahir Ozdemir, bertek nîşanî êrîşê da û diyar kir ku, heta niha 3 carin ev kes êrîşî avahiyê dike û niha jî piştî ku polîs li wan geriyan agahiya wan pê çê bû. Ozdemir anî ziman ku, ew di derbarê êrîşkar de dozdarin û wiha got: "Dibêjin aqilê wî ne li serê wî ye. Lê em bawer nakin ku wisa be. Em dibêjin ji aliyê kesên din ve hatiye arastekirin. Em dixwazin demek beriya demekê ev pirsgirêk çareser bibe.