Avahiya 25 birîndar lê asê mane ev 3 roj in ji aliyê dewletê ve tê bombekirin
Li taxa Cûdî ya Cizîrê, avahiya ku 25 birîndar û 3 cenaze lê ne, ev sê roj in ji aliyê tank û topên dewleta Tirk ve bênavber tê bombekirin.
Li taxa Cûdî ya Cizîrê, avahiya ku 25 birîndar û 3 cenaze lê ne, ev sê roj in ji aliyê tank û topên dewleta Tirk ve bênavber tê bombekirin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina gelê Kurd, di roja 43. de ye. Li taxa Cûdî ya Cizîrê, avahiya ku 25 birîndar û 3 cenaze lê ne, ev sê roj in ji aliyê tank û topên dewleta Tirk ve bênavber tê bombekirin. Rewşa birîndaran kêlî bi kêlî nebaş dibe.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê li cem birîndaran e danê sibehê dabû xuyakirin, ku rewşa birîndaran her diçe nebaş dibe û ji ber ku malzemeyên tibî ji bo pêçandina birînan nemane, wan pemboyê di hundirê balîfan de derxistine û hewl didin bi vî rengî xwîna ji birînan diherike, bisekinîn. Birîndar li jêrzemîna avahiya bi nûmaraya 5'an a li Kolana Caferî Sadik in û ji ber ku operatorên GSM naxebitin, bi rêya telefonê jî êdî têkilî bi wan re nayê danîn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bi tank û topan bombe li avahiya birîndar lê ne û derdora wê tên barandin.
Li aliyê din, li taxa Cûdî cenazeyê kesekî hat dîtin. Cenazeyê welatiyê ku nasnameya wî nehat diyarkirin, ji taxê hat rakirin û lê hînê sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin. Duh jî li taxa Dîcleyê cenazeyê zilamekî nasnameya wî nediyar, li taxa Dagkapi cenazeyên 2 kesên nasname nediyar ji aliyê gel ve hatibûn dîtin û ew sewqî nexweşxaneyê hatibûn kirin.
Ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî taxa Cûdî, Mala Serxweşiyê ya Cûdî bûye ku nema karibe bê bikaranîn. Her wiha tê gotin ku li gelek nuqteyên bajêr polîs û leşker bi zorê dikevin malan, li malan bi cih dibin.