ATÎF: Têkoşîna gelê Kurd rewa ye, nayê qedexekirin

ATÎF: Têkoşîna gelê Kurd rewa ye, nayê qedexekirin

ATÎF têkildarî salvegera qedexeya li hember PKK’ê ya li Elmanya ku daxuyaniyek da diyar kir ku divê Xala 129. bê rakirin û wiha got, “Mafê gelê Kurd ê tayînkirina çarenûsa xwe rewa ye.”

Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Elmanya (ATÎF) têkildarî salvegera qedexekirina li hember PKK’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand  diyar kir, her ku têkoşîna demokrasî, azadî serxwebûn û rizgariya civakî pêş dikeve, êrîşên dijber jî zêde dibin.

ATÎF got ku Elmanya jî yek ji wan welatan e ku van pakêtên êrîşan pêş dixe û xwest xala 129. a destûra bîngehîn a piştî 11’ê bûyerên Îlonê bê guhertin û diyar kir li hember şoreşger, kesên pêşverû jî polîtîkayeke êrîşkariyê tê meşandin.

ATÎF got, “Bi 11’ê Îlonê re bi guhertina heyî naveroka xala 129a-b hê zêdetir êrîşkarî pêş xist.

ATÎF wiha dewam kir, “Bi wesîleya 21. qedexeya li hember PKK’ê, em dixwazin bêjin ku ti qedexe û zext wê têkoşîna azadî, serxwebûnê û rizgariya civakî nikaribe asteng bike. Li hember zext, mêtinkarî û komkujiyan têkoşîn rewa ye û nayê qedexekirin.” ATÎF got, “Mafê gelê Kurd ê tayînkirina çarenûsa xwe rewa ye.”