Atalay: Em daxuyaniya Ocalan dinirxînin

Atalay: Em daxuyaniya Ocalan dinirxînin

Cigirê serokwezîr Beşîr  Atalay, diyar kir ku ew daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinrixînin û got: “Li holê gelek analîz hene lê hêj me biryareke nedaye.”

Atalay der barê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan ya ku di 18’ê Adarê de di hevdîtina heyeta bi BDP’ê re şandibû de axivî û beriya civîna koma AKP’ê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Atalay nîşeya aydê Ocalan nîşanda û wiha got: “Em bi taybet helw didin ku aliyê Meclisê fêm bikin.” Atalaya li ser pitsa  tiştekî çawa dikare bê pêşniyarkirin, piştgiriya Meclisê jî bo vê dê çi be?” jî wiha got: “Em her tiştî dinirxînin. Em bi xwe jî li ser dixebitin.  Em bi serokwezîrê xwe re tên cem hev. Dinirxînin. Em pêvajoya dimeşe liser dixebitin.

Atalay bersiva pirsa ; Hun wê daxuyaniyê jî dinirxînin? Wiha da: “Em her tiştî dinirxînin. Ji xwe hun dizanin, di wê pêvajoyê de li parlamentoyê di warê îrtîbatê de hem agahdarkirin û hem jî sererastkirin filan... ew jî dikarin bên rojevê, lê hêj biryarek nehatiye dayîn.  Wezîrê me  yê dadê jî gotibû. Dibe ku tiştekî wisa çêbibe, lê hêj biryareke wisa nehatiye dayîn.

Li ser pirsa “Komîsyoneke çavderiyê, li parlamentoyeke ku vekişînê dinirxîne de, komîsyona ji partiyan tê avakirin... tiştekî wisa mumkun e? Atalay wiha got: “Ev mijar hemû di rojevê de ne, wek kesên dizane.” Atalay gotina ‘agadarkirinê’ ya di daxuyaniyan de derbas dibe jî wiha vegot: “Ji agahdarkirinê wêdetir, têkiliyên bi meclisê re, yanî agahdarkirinê nedin pêş, ez vê dixwazim bêjim. Dê sererastkirineke qanûnî bibe, an jî tiştekî din? Hêj biryar nehatiye dayîn. Dibe ku wê agahdarkirinê jî bigire dest, em van hemûyan dinirxînin.”