Atalay: Dibe agahdarkirina Parlementoyê bê rojevê

Atalay: Dibe agahdarkirina Parlementoyê bê rojevê

Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay derbarê peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya şandeya sêyemîn a BDP’ê ku çû Îmraliyê şand de diyar kir ku dibe agahdarkirina parlementoyê were rojevê.

Li gorî malpera rojnameya Hurriyetê, Atalay derbarê daxwaza Ocalan a ji bo mîsyona meclîsê ya ji bo vekişîna hêzên gerîlayan wiha got:

“Em her tiştê dinirxînin. Em bi xwe jî li ser vê yekê dixebitin û em bi serokwezîrê xwe re dicivin û dinirxînin. Li holê hin analîz hene. Lê me hê tu biryarek nedaye. Ev mijar hemû di rojevê de ne, ev aqilmend hene. Dibe agahdarkirina parlementoyê jî bê rojevê. Lê heta niha biryar nehatiye dayin. "

Ocalan roja 18’ê adarê, bi rêya şandeya sêyemîn a BDP’ê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş peyamek şand û got: “Di çarçoveya vê armancê de xebatên min yên ji bo Newroza 21’ê Adarê peyamekê bidim didomin. Ez dê bangaweziyek dîrokî bikim. Ev banga min dê ji bo aliyê leşkerî û hemû aliyên siyasî agahiyên têr bin. Ez dixwazim meselaya çekê jî bêy ku xwîne yekê jî birije çareser bikim. Ji bo vê çendê ez piştgiriya parlementoyê ku nûnertiya îradeya mezin dike û partiyên siyasî girîng dibînim. Birastî ez hêvî dikim ji bo paşvekişan lez çêbibe, ew qas lez jî parlemento tişta pêwîst bike. Ez hêvî dikim ku, çiqas pêvajo pêş bikeve, ez bikarim rayagiştî agahdar bikim.”