Atalan: Gelo DAIŞ li Tirkiyeyê Êzidiyan difiroşe? 

Parlamenterê HDP'yî Alî Atalan, îdîayên li ser firotina jin û zarokên Êzidî li Tirkiyeyê ji aliyê DAIŞ'ê ve, xiste rojeva meclîsê.

Parlamenterê Mêrdînê yê HDP'yî Alî Atalan li ser îdîayên "kolekirin û firotina Êzidiyan" pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû kir.

Di pêşnûme pirsa nivîskî ya Atalan de hat gotin, "Di çapemeniyê de hat weşandin ku DAIŞ'iyên ji Iraq û Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê, 'bazarên koleyan' ku jinên Êzidî yên dîl girtine lê difiroşin, derbasî nava Tirkiyeyê kirine. Tê gotin ku DAIŞ li Enqere, Dîlok û Rihayê jin û zarokên Êzidî weke koleyan difiroşe."

Atalan ev pirs li Suleyman Soylû kir:

'WE TEDBÎR GIRTIN, WE LÊ PIRSÎN?'

"Ev îdîa rast e? Di vî warî de agahiyeke îstîxbaratî gihîştiye ber destê we?

Eger ev îdîa rast bin, ji bazirganiya mirovan ku sûcekî li dijî mirovahiyê ye, kî berpirsyar e? Der barê van kesan de lêpirsîn hatiye vekirin?

Gelo hûn difikirin ku li ser vê îdîayê daxuyaniyekê bidin raya giştî?

Di serî de li Dîlok û Rihayê, piştî îdîayên li ser 'bazirganiya koleyan' a li gelek bajarên Tirkiyeyê di nava du salên dawî de hatin kirin, we çi tedbîr standin?

Li ser rêxistinbûna DAIŞ'ê ya li Dîlokê û îdîayên 'bazirganiya koleyan' ku di serî de qenalên TV û radyo yên Elmanyayê gelek ajansan ev yek kirin nûçe, lêkolîn-lêpirsîn hatiye kirin?"