Atakan û Şengalî li Swêd û Elmanyayê hatin bibîranîn

Ji bo yek Fermandarên HPG’ê Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) û Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî li bajarê Ûppsala yê Swêd û bajarê Dresden ê Elmanyayê bîranînek hate lidarxistin.

ÛPPSALA: Bîraîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Di bîranînê de siyasetmedarê Kurd Hasan Înce li ser Şengalî û Atakan axivî.

Înce destnîşan kir ku Şengalî di dema xebatên Yekîtiya Karkerên Kurdistan de û Mahîr jî li Qendîlê naskiriye. Înce got: “Di têkoşîna Kurdistanê de nirxê her hevalekê heye. Li Kurdistanê baweriyên cuda cuda hene. Civak Êzidî bi saya hevrê Zekî me nas kir.”

Ji partiya Kesk Cebbar Emîn û Emîn Moskan jî bomberdûman û qetlîamên dewleta Tirk a li Kurdistanê şermezar kirin.

Parlemetera Partiya Çep Jeannette Escnîlla jî êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê şermezar kir û got: “Li hemberî bîranînê şehîdan em bejna xwe ditewînin.”

Herwiha Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî axivî û bal kişand ser li ser destkefî û keda şehîdan a li Kurdistan û Tirkiyeyê hatî avakirin gotûbêj kirin. Kartal got: “Hemû hevrêyên me ji bo welat û gelê xwe fedayî û ji bo şehîd bûnê amade ne. Heta gelê me û gelên Rojhilata Navîn azad bibin wê têkoşîna me bidome. Dewleta Tirk ji şoreşa Rojava tirsiya, ji bo wê bi awayekî hovan tişta ji desta tê dike. Ji ber vê Tirkiye di warê aborî de li ber têkçûnê ye û bê çare ye.”

DRESDEN: Li bajarê Dresden ê Elmanyayê Şengalî û Mahîr hatin bibîranîn. Peyama bi dîmena a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji aliyê gel ve eleqeyek mezin hate nîşandan. Di axaftinên piştre hatin kirin qala giringiya têkoşînê hate kirin û peyama: “Ji bo bibin layîqî şehîdan têkoşînê mezin bikin.”