Ata desteka artêşa Tirk a ji bo DAIŞ’ê ji Davutoglu pirsî
Ata desteka artêşa Tirk a ji bo DAIŞ’ê ji Davutoglu pirsî
Ata desteka artêşa Tirk a ji bo DAIŞ’ê ji Davutoglu pirsî
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata têkildarî desteka artêşa Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ’ê û 220 karkerên ku wê bê kar bêne hiştin pêşniyarpirsên cuda anî rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP’ê ya Êlih Ayla Akat Ata diyar kir ku ji destpêka meha Mijdarê ve êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî kesên li ser sînor zêde bûne. Ata destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran sivîlên li navenda bajarê Kobanê, Til Şehîr û li ser sînor bi topên hewanan û segvanan dikin hedef.
Ata bi bîr xist ku roja 11.11.2014 beriya êrîşa hewayî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk bê, leşkerên Tirk ên ku li ser sînor hatibûn bicihkirin, xeta sînor vala kirine û ev dîmen ji aliyê çapemeniyê ve hate girtin. Ata ji Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu pirsî ka ji destpêka meha Mijdarê ve çend sivîl li ser sînor jiyana xwe ji dest dane û ji vana çend welatiyên Komara Tirkiyeyê ne û çend welatiyên ji Kobanê ne.
Ata ev pirsî ji Serokwezîrê Tirk Davutoglu pirsî: “Roja 3’yê Mijdarê kesê bi navê Necîp Rifat Seydî ku ji aliyê segvanên DAIŞ’ê ve hate birîndarkirin, beriya bê dermankirin bi qasî 2 saetan li ser sînor hate rawestandin, gelo sedema vê yekê çi ye?
Gelo ji bo dermankirina kesên kesên sivîl di encama êrîşên bi topan ên li ser xeta sînor a Til Şehîrê birîndar dibin, derfetên tên pêwîst têne dayin?
Ji bo kesên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê derbasî Tirkiyeyê dibin, ji bo neyên astengkirin û zû derbas bibin tu tedbîrên pêwîst hatine girtin?
Gelo kê ferman da ku leşkerên artêşa Tirk bi çekên xwe ve xeta sînor vala bikin?
Di gelek dîmenên ji aliyê çapemeniyê ve hatin weşandin, de hate dîtin ku leşkerên artêşa Tirk destekê dide DAIŞ’ê û bi wan re di nava têkiliyan de ne. Li şûna artêşa Tirk sivîlan biparêze, sînor vala dikin û dihêlin ku sivîl bibin hedefa êrîşan. Gelo sedema vê yekê çi ye?
220 KAR JI KAR TÊN DERXISTIN
Ata di pêşniyarpirseke din de bal kişand ku wê 220 karkerên ku nêzî bîst sal in girêdayî TPAO yê li Amed, Sêrt û Mêrdînê dixebitin dawiya sala 2014'an ji kar bên derxistin.
Ata ji Wezîrê Xebat û Ewlekariya Civakî Faruk Çelîk têkildarî derxistina van karkeran pirsî û got: “Sedem çi ye ku ev karkerên ku 20 sal in di TPAO de dixebitin ji kar têne derxistin? Ji bo karkerên wê ji kar bêne derxistin ti xebatek an jî amadekariya statuyeke nû tê kirin?