Asya Abdullah: Daxwaza me ya ji bo korîdorê didome

Asya Abdullah: Daxwaza me ya ji bo korîdorê didome

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah diyar kir ku daxwaza wan a ji bo vekirina korîdorekê didome û destnîşan kir ku ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê korîdor gelekî girîng e.

Asya Abdullah der barê rewşa dawî ya Kobanê de agahî da û destnîşan kir ku DAIŞ ji herêmên xwecih ên derveyî Kobanê her tim alîkariya çekan digirin û got di nava van de tank û top jî hene. Abdullah da zanîn ku ev çek li dijî navenda bajar tên bikaranîn û sivîl hedef tên girtin. Abdullah wiha berdewam kir: “Digotin li Kobanê sivîl tune ne. Di du rojên dawî de 8 şehîd hene. Ev hemû sivîl in."

Abdullah der barê êrîşan de ev agahî dan: “Di du rojên dawî de 8 sivîl mirin û 19 birîndar bûn. Di êrîşan de li gel şehadeta sê sivîlan 5 zarok û yek jî zarok 12 kes bi giranî birîndar bûn û rakirin Bakurê Kurdistanê. Birîndarên me yên din bi derfetên me tên dermankirin. Lê divê baş bê zanîn ku li Kobanê sê nexweşxane hebûn. Her sê jî hat serobino kirin.Nexweşxaneya nû hebû. Lê di êrîşê de hat wêrankirin.

Abdullah bi lêv kir ku êrîşên hêzên koalîsyonê yên ji hewayî ve didomin û mixabin ev êrîşên hewayî di mijara ku çekên giran bê bandor bike de qels dimînin û wiha pê de çû: “Çeteyên DAIŞ’ê li taxên Botan û Kaniya Kurdan hebûna xwe didomînin. Li bajar li cihên ku pevçûn hene bajar wêran kirine. Xeleka li dora bajar didome. Ji bo piştevaniya ji Kobanê re ev korîdor ferz e û daxwazên me yên di vî alî de didomin."

Abdullah hewcedariyên sivîlan û mijara korîdorê wiha nirxand: “Sivîl tên lê pêwîstiyên wan hene, divê bên pêşwazîkirin. Hemû gundên dora bajar wêran kirine. Di nava Kobanê de hemû cihên ku hewcedariyên gel pêk anîn hilweşandin. Em bang li saziyên alîkariyê yê navneteweyî dikin ku hilweşîna li Kobanê ji bo ji nû ve bê avakirin divê proje bên pêşxistin. Divê alîkariya leşkerî û sivîl bê kirin. Ji ber vê korîdor girîng e. Piştgiriya navneteweyî ji bo Kobanê girîng e.”