Asûrî-Sûryanî biryara DYA’yê şermezar kirin

Partiya Azadiya Mezopotamyayê (MOP) got: “Li ser navê gelên Asûrî, Sûryanî û Kildanî biryara DYA ya li ser pêşengên PKK’ê bi tundî şermezar dikin.”

MOP bi daxuyaniyeke nivîskî biryara xelatkirinê ya DYA’yê ya li ser rêveberên PKK û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan şemezar kir.

MOP a got: “Bi tundî biryarê şermezar dikin” wiha pêde çû: “Şoreşgerên pêşeng ên ji bo gelan bûne hêvî bi rêzdarî silav dikin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev êrîşa li dijî pêşengên şoreşger ên bi nirx ên PKK’ê ku ji sedsala 16’an û vir ve cara yekeme li Rojhilata Navîn û Asya Navîn û erdnîgariya Mezopotamyayê heta roja me ya îro ji bo hemû gelan, bawerî, çandan, mezheban, ziman û jinan ji bo bi awayekî wekhev bijîn li her qadê têkoşînê dike, tê wateya li dijî vîna bi rûmet a hemû gelên bindest ên li ser vê axê dijîn.”

MOP’ê bibîr xist ku ev êrîş di heman demê de tê wateya êrîşa li dijî vîna neteweyên Asûrî, Sûryanî, Kildan, Ermenî, Rûm, Xiristiyan û neteweyên din ên li Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û erdnîgariya Mezopotamyayê dijîn. MOP’ê got: “Eger ku DYA dixwaze biryaran bigire, bila li dijî endam û çeteyên dewleta Tirk ên teror, paşverûtî, nîşatperestî û faşîzmê li her qadê belav dike, bigire.”

Herî dawî MOP’ê ev tişt anî ziman: “Em MOP, pêşengên PKK’ê Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Mûrat Karayilan weke vîna xwe dibînin. Em ê di nava her şert û mercî de wan xwedî li wan derbikevin. Bang li her kesê dikin ku li dijî vê biryarê ya li ser pêşengên Kurd raweste.