Hevserokê Federasyona Asuriyan a Almanyaya Federal û Ewropaya Navîn Şabo Agul qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şermezar kir û got: “Vê bûyerê me û hemû gelê me yê Asurî-Suryanî yê li welat û Ewropayê gelek xemgîn kiriye.”
Akgul di serî de sersaxî ji Tevgera Neteweyî ya Kurdan û hemû gelên Mezopotamya û Anatolyayê re xwest û got: “Em ji bo sê şehîdên me yên jin ji dost-xizim û hezkiriyên wan re sersaxiyê dixwazin û daxwaza sebreê dikin.”
Akgul da zanîn ku herî zêde di vê demê de pêwîstiya gelan bi aşitiyê heye û bal kişand ser hewldanên ji bo aşitiyê û diyar kir ku li hemberî vê hêzên tarî yên ku naxwazin aşitî pêk bên di nava hewldanan de ne. Got:
“Em weke Federasyona Asuriyên Almanya û Ewropaya Navîn, vê êrîşa bi xwînxwarî pêk hat weke ku li hemberî aşitî, maf û azadî, rêgeza gel û demokrasiyê, biratiya gelan pêk hatiye dibînin û kê vê yekê kiribe em wan hêzan bi tundî şermezar dikin û neletê lê dibarînin.”