Astengkirina çapemeniya azad di rojeva Meclîsê de ye
ANF jî di nav de astengkirina weşana malperên înternetê yên Ozgur Gundem, JINHA, Azadiya Welat, DÎHA, ETHA, Sendika Org, ket rojeva meclîse.
ANF jî di nav de astengkirina weşana malperên înternetê yên Ozgur Gundem, JINHA, Azadiya Welat, DÎHA, ETHA, Sendika Org, ket rojeva meclîse.
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, der barê astengkirina weşanên çapemeniya azad û mûxalîf de, pêşniyar pirs pêşkêşî Wezîrê Edaletê Kenan Îpek û Wezîrê Ragihandinê Ferîdûn Bîlgîn kir.
Di peşniyar pirsê de ev pirs hatin kirin:
"Niha bi tevahî çend malperên înternetê weşana wan hatiye qexekirin? Biryara qedexekirinê ya ji aliyê TÎB’ê ve hatiye dayîn hûn hiqûqî dibînin an na? Qedexekirin li gorî çi hatiye kirin ango li gorî weşanan ev çawa ye? Biryara qedexkirinê ji ber ku li dijî weşanên muxalîf hatiye girtin hûn vê yekê çawa îzah dikin? Gelo hûn difikirin ku ev li dijî azadiya raman e? Gelo hûn difikirin ev qedexekirin li dijî azadiya çapemeniyê ku bi destûra bingehîn ve hatiye misogerkirin? Ev biryara ku li dijî destûra bingehîn e û ji aliyê dadgehan ve hatiye erêkirin hûn çawa dinirxînin? Gelo wê xebateke we ya li hemberî van biryarên li dijî destûra bingehîn ne hebe?"