Asayîşa PDK’ê: Ferman ji me re hatiye da ku em rê li PÇDK’ê bigirin
Asayîşa PDK’ê: Ferman ji me re hatiye da ku em rê li PÇDK’ê bigirin
Asayîşa PDK’ê: Ferman ji me re hatiye da ku em rê li PÇDK’ê bigirin
Endamê Rêveberiya PÇDK’ê Fehmî Mihemed di daxuyaniya ku da malpera fermî ya partiya xwe de got, “Seytereya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ya li devera Baleyan piştî bi qasî saetekê em rawestandin, ji me re gotin ku, ‘Em rê nadin endamên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK) biçin û werin û em ê rê nedin ku kar û çalakiyên xwe bikin, ji ber ku ferman ji jor ve ji me re hatiye.’”
Ji ber karûbarên rêxistinî û ji bo amadekariyên hilbijartinê Endamê Encûmeniya (PÇDK)’ê Fehmî Mihemed xwest serdana devera Baleyan bike, lê rastî astengiya seytereya girêdayî (PDK)’ê ya li Qesrê hat.
Derbarê vê mijarê de Fehmî Mihemed wiha got: “Rêveberiya seytereya asayîşê ya Qesrê ji min re ragihandin ku ji jor ve ji wan re hatiye gotin, bi tu rengî divê rê neyê dayin ku endamên PÇDK'ê kar û çalakiyên xwe yên ji bo rêxistinî û hilbijartinê li devera Baleyan bikin.” Mihemed diyar kir ku ew nêzî saetekê li seyterê hatiye rawestandin û rê nedane ku derbas bibe.
Fehmî Mihemed her wiha destnîşan kir ku, ev ne cara despêkê ye ku seytereyên girêdayî PÇDK’ê vê yekê dikin. Gelek caran endam, dost û alîgirên partiya wan bi awayekî sîstematîk rastî astengiyan tên. Mihemed da zanîn ku ev nîşaneya nedemokratîkbûnê û neneteweyîbûnê dide diyarkirin û axaftina xwe wiha domand: “Ez vê helwesta wan şermezar dikim û em ê li hember van hemû astengiyan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe xurttir bikin. Ev astengî wê nebin sedem ku me ji kar û xebatên me dûr bixe. Niha li Herêma Kurdistanê proseya hilbijartinê bi rê ve diçe, ji bo wê tirsek mezin a PDK’ê ji vê yekê heye û ji bo wê astengiyan ji bo beşdarbûneke aktîf a partiya me ya ji bo hilbijartina Parlemana Kurdistanê dike.”