Asayîşa Giştî: Nûçeyên derew tên weşandin
Asayîşa Giştî: Nûçeyên derew tên weşandin
Asayîşa Giştî: Nûçeyên derew tên weşandin
Rêveberiya Hêza Asayîşa Rojava bi daxuyaniyek ya nivîskî nûçeyên ku ev du roje di hinek malperan de têne belavkirin û kesên ku îdiayan dikin derewand. Rêveberiya Asayîşê ragihand ku, ew kesên perwerdeya leşkerî dîtine û bi rêyên nerewa herwiha bêy ku haya Desteya Bilind ya Kurd û Komîteya leşkerî ya pispor jê hebe derbazî Rojavayê Kurdisanê bûne.
Rêveberiya Hêza Asayîşê di daxuyaniya dayî de wiha got:
“Saziya Asayişa li Rojavayê Kurdistanê weke pêdiviyeke pêvajoyê, di encama valehiya ewlekarî û peydabûna komên çekdar yên ku dizî û talankirina welatiyan ji xwe re kirine kar, hatiye damezrandin.
Saziya me ya netewî piştî avakirina Desteya Bilin a Kurd dest bi karên xwe kiriye, heta roja îro, hewl daye ku bajarên kurdan bi ewle bin û rê nedaye komên çekdar ku malên welatiyan talan bikin. Di seranserî vê pêvajoya hestyar de, saziya me rastî gelek astengiyan hatiye, lê tevî vê jî endamên Saziya Asayişê ji bo aramî û ewlekariya welatiyan li gund û bajaran karên xwe berdewam dike. Ji herkesî ve diyar dike ku herêm û bejarên ku Asayiş lê hene ji herêmên din yên Sûriyê bi eweletir in.
‘NÛÇEYÊN DEREW BILAV DIKIN’
Ev du roj in hinek aliyên çapemeniyê bêyî rastiya bûyerê zanibin an pirs bikin nûçeyên derew û bê bingeh di derbarê Saziya Asayişê de diweşînin.
Di vê derbarê em dixwazin ji raya giştî re rastiya vê bûyerê rave bikin.
Agahiyek gihişte navendeke me ya herêma Dêrikê ku komeke nenas, bi awayekî ne rewa dixwazin sînor derbas bikin, li ser vê agahiyê Yekîneyeke hêzên asayişa çû cihê bûyerê û ew kom ji bo lêpirsînê binçav kirin.
Piştî lêpirsîna rewa, endamên komê diyar kirin ku wan perwerdeya leşkerî dîtine û bi awayekî nerewa û bêyî ku haya Desteya Bilin a Kurd û Komîta leşkerî ya pispor ji wan hebe, derbasî rojavayê Kurdistanê bûne.
Em jî ji ber ku rê li pêşiya tevliheviyê bigirin û rê nedin hin aliyên ku dixwazin di nava civakê de aloziyan pêşbixin, di vê pêvajoya hestyar de, me kom hişyar kirin ku eger tu çalakiyên leşkerî pêkbînin ew ê têkevin bin lêpirsînê û piştre me ew serbest berdan.
‘SAZIYA HÊZÊN ASAYÎŞÊ HÊZEK NETEWIYE’
Di dema operasiyona binçavkirina koma çekdar de hin aliyan êrîşên ragihandinî kirin, bi armanca rûyê Hêza Asayîşê reş bikin. Asayîş ku bi şev û roj bê pere ji bo ewleya welatiyan dixebitin. Bi vê munasebetê em dixwazin ji raya giştî re diyar bikin ku Saziya Hêzên Asayîşê hêzeke netewî ye, biryarên xwe ji Desteya Bilind a Kurd werdigere û bi tu partî û rêxistinên siyasî ve negirêdayî ye. Endamên xwe ji hemû welatiyên herêmê bi tevahî nêrînên xwe yên siyasî û pêkhatiyan in. Tiştê ku hin aliyên çapemeniyê radigihin ku Hêza Asayîşê bi ser hin aliyan de dikin aramanca wan ew e ku hemû destkeftiyê Saziya Asayîşê bi dest xistine têk bidin.
Careke din em ji gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê re dibêjin Hêza Asayîş dê li ser xizmeta welatiyan xebata xwe bidomîne, ji bo ewlehiya herêmê û em nahêlin kes komên çekdar li Rojavayê Kurdistanê avabikin bêyî ku vegerin Desteya Bilind a Kurd ku nûnerê rewa yê gelê kurd li Rojava ye.”