NÛ BÛ-Artêşa Tirk girê Dîkmadaş û gundê Şêrewa topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker girê Dîkmadaş û gundê Şêrewa ya girêdayî Kantona Efrînê topbaran dike.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li gundê Yazbax ê girêdayî herêma Ezazê bi cih bûne, 3 topên hawanê avêtin gundê Dîkmadaş ê girdayî navçeya Şera yê. Her wiha di heman kêliyan de bi topan  êrîşî gundê Îska yê navçeya Şêrewa jî  dike.

Di encama toparanê de ziyanên madî derketine û topbaran jî dewam dike.