Artêşa Tirk bi topên hewanan êrîşî Til Rifet dike

Hat diyarkirin ku artêşa Tirk bi topên hewanan ve êrîşî Til Rifet dike.

Êrîşên atêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser çeperên hêzên demokratîk ên li Şehbayê didomin. Hat diyarkirin ku di saetên şevê de bi topên hewanan êrîşî Til Rifet hatiye kirin.

Li gorî nûçeya ANAH’yê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li gundê Til Cibrîn, topên hawanan davêjin bajarokê Til Rifet a hatî rizgarkirin.

Hat destnîşankirin ku heta niha 7 top li bajarokê ketine û ziyan gihîştiye jîngehên welatiyên sivîl.

Ji duh ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên Şahbayê û Kantona Efrînê, topbaran dikin.