Artêşa Tirk a ku li Babê derb xwar gundê Şehbayê bombebaran dike

Artêşa Tirk û çeteyên wê yên ku li Babê ji hêzên rêjîma Sûriyeyê derbên giran xwarin, gundê Şehbayê bombebaran dikin.

Li gorê agahiyên pê bawer ku ajansa me ANF bi dest xistin ne, artêşa Tirk û çeteyên wê yên ku li girê Aqil ê Babê derbên giran xwarine, ber bi nexweşxaneya Aqîlê çûne. Hat ragihandin ku hêzên artêşa Tirk li vir li rêyên revê digerin.

Her wiha hat diyarkirin ku hêzên rêjîma Sûriyeyê duh şev êrîşî hêzên Tirk kirine. Di encamê bombebaranê de gelek leşker û çeteyên Tirkiyeyê hatin kuştin û birîndarkirin.

Piştî vê derbeyê hêzên artêşa Tirk, gundên Cîcan, Til Zîqan, Til Medîq û Til Şehir yên Şehbayê ku di bin konrola hêzên Ceyş El Suwar de ne bombebaran dike.