Artêşa Sûriyeyê El Bab bombebaran kir

Artêşa Sûriyeyê El Bab bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê, bajarê El Bab ê li bakurê Helebê bombebaran kirin û di encamê de 1 jê zarok 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li herêmê dan xuyakirin, ku artêşa Sûriyeyê ji hewayê ve êrîşî bajarê El Bab ê li bakurê Helebê kiriye û di encamê de 1 jê zarok, 1 jê jin bi giştî 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku artêşa Sûriyeyê bi 7 warîlan bombe li ser El Babê barandiye.