Artêşa rejîmê kemîn avêt pêşiyê El Nûsra: 62 mirî
Artêşa rejîmê kemîn avêt pêşiyê El Nûsra: 62 mirî
Artêşa rejîmê kemîn avêt pêşiyê El Nûsra: 62 mirî
Hat ragihandin, artêşa rejîma Sûriyê li bajarê Adra yê li rojhilatê paytext Şamê kemîn avêtiye pêşiya El Nûsra û di encamê de 62 endamên El Nûsra hatine kuştin.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye ragihand, li bajarê Adra yê li rojhilatê paytext Şamê, mûxalîfên çekdar ketine kemîna artêşa Sûriyê û di encamê de 62 kes mirine.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyê SANA jî bûyer piştrast kir û diyar kir ku yên di bûyerê de hatine kuştin, endamên Eniya El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê ye. Lê belê di nûçeya ajansê de der heqê hejmara miriyan de, agahî nehat dayîn.