Artêşa Iraqê Rawa ji DAIŞ'ê paqij kir

Artêşa Iraqê, bajarokê Rawa yê wîlayeta Embarê, ku keleha dawî ya DAIŞ'ê ya li Iraqê bû, kontrol kir.

Navenda Ragihandina Şer a Iraqê serê vê sibê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku hêzên Iraqî operasyona kontrolkirina navenda bajarokê Rawa ku li rojavayê Embarê ye dane destpêkirin. Wezîrê Parastinê yê Iraqê ragihand ku wan li Iraqê dawî li hebûna leşkerî ya DAIŞ'ê anîne.

Danê nîvro jî jî yek ji rayedarên Iraqî yê operasyonê bi rê ve dibe, Ebdulemîr Reşîd Yarellah daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku di çarçoveya operasyona bi navê 'Operasyona Firat û Cezîre' ya dabûn destpêkirin de navenda bajarokê Rawayê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirine.

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Qasim Arecî ku ji çapemeniya Iraqê re axivî, ragihand ku bi kontrolkirina Rawa re li Iraqê dawî li hebûna leşkerî ya DAIŞ’ê anîne.