Artêşa Iraqê 2 gundên din rizgar kirin

Artêşa Iraqê duh bi şev bi pengaveke ji hemanekê ve du gundên girêdayî Mûsilê ji dest çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Li bajarokê Hecî Eliyê di navbera artêşa Iraqê/Hêzên Dildar û çeteyên DAIŞ’ê de ji 05:00’ê sibehê ve şerekî dijwar heye. 

Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Mûsilê de, ku bi hevkariya artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge pêk tê, bi operasyonekê îro gundên Kerama û Derbazê ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Ev gundên bi şev hatine rizgarkirin, tê gotin gundên ereban e û li nêzî navçeya Mexmûrê ne. Çete bi wesiyetên bombe barkirî dixwazin bersiv bidin.

LI BAJAROKÊ HECÎ ELÎ ŞERÊ NAV KUÇE Û KOLANAN DEST PÊ KIR

Wekî parçeyek ji operasyona rizgarkirina Mûsilê Tabûrê 72. û 91. ên girêdayî artêşa Iraqê û alaya Topavêtinê ya 37. bi pêngava bi ser bajarokê Hecî Elî hêzên Iraqî ketin nav bajarokê. Hate gotin ku artêşa Iraqê ber destê sibehe saet 05:00’an ketiye taxên dereke yên bajarokê.

Rayedarên leşkerî ku operasyonê bi rê ve dibin diyar kirin, bajarokê Hecî Eliyê ku li nav Mexmûr û Giyarê ye, ji bo operasyona Mûsilê xwedî girîngiyeke krîtîk e. Navenda operasyonê daxuyanî da saziyên çapemeniyê û ev agahî da: "Artêşa Iraqê gundên Buwawî û Dîrbazî yên bajarokê Hecî Eliyê rizgar kirin. Şehîdên me û birîndarên me hene lê belê şerê li kûçeyan ber bi navenda bajêr ve diçe."

50 MALBATAN XWE SPARTIN HÊZÊN PÊŞMERGEYAN

50 malbatên ku xwe gihandin Mexmûrê xwe spartin hêzên Pêşmergeyan. Penabarên ku hejmara wan nêzî 120 ye piştî ku problemên wan ên alîkariya lezgînî û tenduristiyê çareser bûn, di lêpirsîna ewlekariyê re derbas bûn û ew şandin baregehên ku berê hatibûn danîn.