Artêşa Îranê 3 ciwanên Kurd yên li ser sînor bazirganî dikirin qetilkirin
Artêşa Îranê 3 ciwanên Kurd yên li ser sînor bazirganî dikirin qetilkirin
Artêşa Îranê 3 ciwanên Kurd yên li ser sînor bazirganî dikirin qetilkirin
Artêşa Îranê 3 ciwanên Kurd yên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bazirganî dikirin qetilkirin.
Hate ragihandin ku, di 6’ê Sibatê de ciwanên Kurdan yên li herêma Şahabedîn ya li herêmên ser sînorê Rojhilat û Başûr yê Îranê bazirganiyê dikin ji aliyê artêşa Îranê ve hatin qetilkirin.
Li gorî nûçeya serwîsa Soranî ya Ajansa me ya ANF’ê, artêşa Îranê êrîşî Kurdên li ser sînor bazirganiyê dikin kiriye. Di êrîşê de destpêkê 77 hespên di karwanê de hatin qetilkirin û piştre jî dest danîn ser malê wan. Leşkerên artêşa Îranê piştî agir berdan malên wan, Rizgar Kemalê 18 salî, Huseyîn Mihemed Çavşîn yê 16 salî û birayê wî Hoşyar Mihemed Çavşîn yê 20 salî destpêkê dest û lingên wan girêdan û di zinarekê de avêtin xwar.
Gundiyên ku agahiya wan ji buyera 6’ê Sibatê heyî, îro çûn li cenazeyên herêma Şahabedîn geriyan. Gundiyan cenazeyên 3 ciwanên Kurd di quntara zinarekê de dîtin û her wiha hate diyarkirin ku, birine Banê.