Artêşa DYE: Em amade ne dest li Sûriyeyê werdin

Artêşa DYE: Em amade ne dest li Sûriyeyê werdin

Serokê Fermandariya Giştî ya DYE Dempsey da xuyakirin ku eger ji wan were xwestin, ew amade ne yekser dest li Sûriyê werdin. 

Serokê Fermandariya Giştî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Martîn Dempsey, li Komîte Hêzên Çekdar a Senatoya DYE, bersiv da pirsên senatoran û diyar kir ku wan xwe li gorî hemû gengaziyên li Sûriyê amade kirine û eger jê were xwestin, amade ne bikevin nava tevgerê û got, "Lê belê divê biryara vê, rêveberiya Obama bide."

Dempsey bal kişand ser serdestiya hêzên leşkerî yên Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad û anî ziman ku li Washingtonê, bi "êrîşên kînetîk" re senaryoyên destwerdana yekser a li şer, tê nirxandin.

Orgeneral Martîn Dempsey jî, der heqê nuqteyên hedefa êrîşan û detayên din de, agahî neda.

Rêveberiya Obama, destwerdan yekser a li Lîbyayê ku Kaddafî têk birîbû, di bin navê "êrîşa kînetîk" de nirxandibû. Gotina "Çalakiya kînetîk" di peyvnasîna leşkerî de weke bombekirin, êrîşa bi fuze û rokêtan, destwerdana bi balafirên bê-mirov, tê nirxandin.

Dempsey da xuyakirin ku wan ji bo destwerdana yekser a li Sûriyê çend plan pêşkêşî Serok Barack Obama kirine û destnîşan kir ku biryar a Obama ye.

KERRY: HERÊMA JI FIRÎNÊ RE QEDEXE, ZOR E

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê John Kerry jî, li gel Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Nasir Cûdeh re çû serdana Kampa Zaterî ya pebanerên Sûriyê herî zêde li wir dimînin.

Kerry di hevdîtina xwe ya bi penaberan re bal kişand ser zehmetiya pêkanîna herêmeke ji firînê re qedexe û got, "Di nava nirxandinên me de gelek alternatîf hene. Me dixwest ev hêsan bûya. Weke ku hûn jî dizanin, ev 12 sal in em bi 2 welatan re şer dikin, her weha tevî alîkarîdayîna çekan em di gelek waran de piştgiriyê didin mûxalefeta Sûriyê. Em tiştên nû dikin. Herêma ji firînê re qedexe dinirxînin, lê ev ne hêsan e."