Armanc Goşkar li Frankfûrtê hate bîranîn

Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê Sûna Kizilkaya (Armanc Goşkar) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê hate bîranîn.

Civîna bîranînê li Zanîngeha Goethe ya Frankfûrtê pêk hat û tevî malbata Kizilkaya, bi sedan Kurdistaniyên ji bajarên Frankfûrt, Gîessen, Maînz, Darmstadt, Offenbach, Hanaû û Russelsheîmê tevlî bûn.

Civîna bîranînê ji aliyê YJK-E Hessenê ve hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Di destpêka bîranînê de helbesta Zîlan Diyar a ji bo Goşkar nivîsî hate xwendin. Bi navê TJK-E'yê Zelal Amed axivî û got, "Hevala Armanc têkoşîna jinê nîşanî me da û diyar kir ku divê li dijî zor û zehmetiyan em çawa têbikoşin, bi fedakariyeke mezin rabin. Hevala Armanc di artêşbûna me ya jinê de gelekî têkoşiya û li ser xeta Zîlan meşiya."

Amed diyar kir, Goşkar li her qadê bi fedakariyeke mezin têkoşiya û got, "Li Ewropayê bi şev û roj dixebitî. Li dijî dijmin xwedî hêrseke mezin bû."

Bi navê malbata Sûna Kizilkaya pismamê ê Sînan Kizilkaya axivî.

Kizilkaya diya rkir, malbata Şehîd Armanc bi wê serbilind û bi rûmet e û got, "Hevalên di vê têkoşînê de şehîd bûne hemûyan bi bîr tînim."

Bi navê KOMAW'ê jî Dayika Azîze axivî û got, "Ji bo me wezîfeyeke giran e ku li ser şehîdên xwe biaxivin. Tenê wezîfeyeke me heye, ew jî xwedîderketina li mîrateya şehîdan e, serxistina têkoşîna wan e."

Di civîna bîranînê de hevrêyên Goşkar jî axivîn.

Dilda Roj got, "Em ê têkoşîna wê heta bi hetayê bidomînin."

Salman Engîn jî got, "Her tim bi fedakariyeke mezin xebitî... Em ê jî têkoşîna wê heta dawiyê bidomînin."

Di dawiya civînê de sînevîzyon hate nîşandan û dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.