Arinç: Polîsên me yên fedakar tişta ji destê wan hat kirin!
Arinç: Polîsên me yên fedakar tişta ji destê wan hat kirin!
Arinç: Polîsên me yên fedakar tişta ji destê wan hat kirin!
Berdevkê hikûmeta Tirk Bulent Arinç destek da terora polîsan a li dijî xwepêşandanên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, yên bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Kobanê. Arinç got: “Hêzên me yên ewlehiyê yên fedakar tişta ji destê wan hat, kirin. Ji niha û pê ve jî ji bo em bikarin zûtir mudaxeleyî çalakiyên wiha bikin û îstîxbaratê zûtir bigirin, tişta ji destê me bê em ê bikin.” Arinç diyar kir ku ew dixwazin li Sûriyeyê muxalefeta nerm bê xurtkirin. Arinç der barê daxuyaniyên Barzanî de got: “Me alîkarî nekir, sedemên me bi xwe hene.”
Berdevkê hikûmeta Tirk Bulent Arinç piştî civîna bilind a Desteya Wezîran daxuyaniyek da çapemeniyê.
ARINÇ TERORA POLÎSAN NEDÎT
Arinç der barê çalakiyên destekkirina Kobanê de got: “Ev agir, tundî û teror e. Bi awayekî wehşî sûc hatiye kirin.” Arinç da zanîn ku li 37 bajaran 1419 bûyer qewimîne û diyar kir ku ji kesên hatine binçavkirin 7 kes ne welatiyên Tirkiyeyê ne. Arinç guh û çavên xwe li terora polîs û leşkerên Tirk girt û got: “Di bûyeran de 415 kes birîndar bûn. Em bi teroreke bi organîze re rû bi rû ne. Hêzên me yên ewlehiyê yên fedakar tişta ji destê wan hat, kirin. Ji niha û pê ve jî ji bo em bikarin zûtir mudaxeleyî çalakiyên wiha bikin û îstîxbaratê zûtir bigirin, tişta ji destê me bê em ê bikin."
'EM Ê POLÎSAN XURT BIKIN'
Arinç da zanîn ku ew ê sererastkirinên qanûnî yên bi armanca xurtkirina rayeya polîsan derxin û got: “Hêzên me yên ewlehiyê wê ji bo xurtkirina xwe û derfetên nû dest bi xebateke nû bikin. Ev pir lezgîn e. Ji bo vê yekê xebatek hate kirin."
'SEDEMÊN GAVNEAVÊTINA ME HENE!'
Arinç bersiv da pirsên têkildarî daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û got: “Têkiliyên me bi rêveberiya Bakurê Iraqê re xurt in. Min daxuyaniyên Barzanî xwend. Gotiye Tirkiye alîkarî daye me lê ne bes bû. Me alîkarî neda, sedemên me hene. Birêz Barzanî jî dizane çima me ev gav neavêtine.”
Arinç îdîa kir ku Tirkiye li dijî DAIŞ’ê hevkariya koalîsyona navneteweyî dike û diyar kir ku ew dixwazin li Sûriyeyê muxalefeta nerm bê xurtkirin.