Arinç: Destpêkê divê bê çalakîbûn, bê pevçûn pêk were
Arinç: Destpêkê divê bê çalakîbûn, bê pevçûn pêk were
Arinç: Destpêkê divê bê çalakîbûn, bê pevçûn pêk were
Cigirê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç di derbarê pêvajoya ku bi hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ya li Îmraliyê hatiye dest pêkirin de axivî û got: “Ez bawerim, hema bi çek berdanê nabe. Destpêkê divê biyara bê çalakîbûnê bê pevçûnê bê dayîn.
Cigirê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç ji kanaleke televîzyonê re axivî û balkişand ser heyeta duyemîn ya biçe Îmraliyê hevdîtinê bi Ocalan re pêkbîne. Arinç di derbarê nameya ku Ocalan ji Ewropayê re şandiye jî wiha got: “Em dizanin ku ew name gihiştine cihê xwe. Piştî ev name gihiştin cihê xwe bersivên ji wir bên dê biçin ji Ocalan re û bi pêngava ku ew bavêje dê pêvajo bidome.
Arinç wiha pê de çû: “Piştî nameyan biryara ku dîsa Ocalan bide û herî kêm bendewariyeke beriya 21’ê Adarê heye. Di esasa xwe de lezgînkirina van dîroka başiyeke zêde jî mirov dikarin bi hesibînin. Dibe ku bendewariyeke mezin derkeve holê. Ger pêvajo wek destpêkê erênî biçe dîsa ji aliyê Ocalan ve beriya 21’ê Adarê danezek, agahiyek an jî li gorî wan fermanek hebe. Ez wisa bawer dikim ku ev pêvajo hema wisa bi çek berdanê nabe, teqez divê bê çalakîbûn hebe. Ji vir şûnde hêviya me ewe ku çek bê deng bin.”