Arinç: Benda ji sedî 10'an wê ranebe

Arinç: Benda ji sedî 10'an wê ranebe

Derket holê, di pakêta guhertinê ya hikûmeta AKP'ê de, benda hilbijartinê danakeve. Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç got, "Em dikarin benda ji sedî 10'an li şûna xwe bihêlin û hin tedbîran bistînin. Ji bo di rêveberiyê de aramî hebe, li gorî me divê benda hilbijartinê mîna rewşa heyî bê parastin."

Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, bi nûnerên Enqerê yên hin rojnameyan re hat cem hev.

Arinç da xuyakirin ku pakêta guhertinên qanûnî ya AKP li ser dixebite, di asta dawî de ye û diyar kir ku ji meha Cotmehê û pê ve hin guhetinên qanûnî dikarin bikevin rojevê.

Arinç got, "Ji bo di temsîlkariyê de edalet bê xurtkirin, divê gav werin avêtin" û ragihand ku benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an wê ranebe. Arinç weha peyivî:

"Em li ser mijarên; dengê bijarte, tifaq an jî pergala hilbijartinê ya herêma teng, rawestiyan. Dibe ku em benda hilbijartinê di şûna xwe de bihêlin û hin guhertinên ji bo edaleta di temsîlkariyê de ava bike, pêk bînin. Ji bo di rêveberiyê de aramî hebe, li gorî me divê benda hilbijartinê mîna rewşa heyî bê parastin."

'JI BER TI ÇAREYA ME NEMA, EM KETIN VÊ RÊ'

Arinç diyar kir ku ew ne razî ye ku gavên demokratîkbûyînê bi pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin were nirxandin û got, "Ji ber ku ti çareya me nema, em ketin rêyeke gelekî zehmet û encama wê ji destpêkê ve nayê dîtin. Ji ber ku me weke rêyek divê were ceribandin dîtin, em ketin vê rê."

Arinç da xuyakirin ku girînge pêvajo bi lez biçe serî.