Arîn Mîrxan li Dresden hat bîranîn

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, Fermandara YPJ’ê Arîn Mîrxan a 5’ê Cotmeha 2014’an li hember çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedayî pêk anî hat bîranîn.

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, Fermandara YPJ’ê Arîn Mîrxan a 5’ê Cotmeha 2014’an li hember çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedayî pêk anî hat bîranîn.

Bîranîna ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Dresden a Elmanyayê ve bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku ruhê berxwedêr ê jina Kurd bi awayekî herî bihêz hatiye jiyîn û wiha hat gotin: “Arîn di rûpelên zêrîn ên dîrokê de hat nivîsandin.”

Bîranîn bi dirûşma, “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

...