Aqûbeta jinên hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn

Dayikên Şemiyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê aqûbeta jinên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin binçavkirin û qetilkirin, pirsîn.

XIZMÊN WINDAYAN DI ÇALAKIYÊ DE NE

Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin, cara 989’emîn li Qada Galatasarayê hatin gelhev. Di çalakiya ku parazvanên mafên mirovan jî piştgirî dayê de, Dayikên/Mirovên Şemiyê yên wêneyên windakiriyan û qûrnefîl di destê wan de bûn, di daxuyaniya vê hefteyê de bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn. 

Daxuyanî ji aliyê xwişka Hasan Ocak ê piştî di 21’ê Adara 1995’an de di bin çavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin, cenazeyê wî li goristana bêkesan hate dîtin, Masîde Ocak ve hate xwendin.

Ocak, a bi gotinên “Li ber bariyerên hesin ku nahêlin em bigihin cihê xwe yê em bi windakiriyên xwe re tên bahev, jinên di bin çavan de hatine windakirin me ji bîr nekirin” dest bi axaftina xwe kir, jinên di bin çavan de hatine windakirin bi bîr anî. Ocak, axaftina xwe wiha domand: “Makbûle Okdem a di sala 1991’an de li Cizîrê hate binçavkirin û piştî 18 salan dema xebatên çêkirina rê de hestiyên wê hatin dîtin, Ayten Ozturk a di 27’ê tîrmeha 1992’yan de li Dêrsimê hate binçavkirin û piştî 8 rojan laşê wê yê ji ber îşkenceyê nehate nasîn li Kartepe ya Karşiyaka ya Xarpêtê veşartî hate dîtin, Ridda Yavûz a di 14’ê tebaxa 1992’yan de piştî li Dêrîka Mêrdînê bi 2 kesan re hate binçavkirin û pişt re agahî jê nehate wergirtin, Sedîka Dal a di îlona 1993’yan de piştî li Nisêbînê ji aliyê Hîzbûllahê ve hate revandin agahî jê nehatin girtin, Hamîde Şarli ya di 24’ê kanûna 1993’yan de li gundê Wanik ê Tetwana Bedlisê piştî bi birayê xwe Ramazan re hate binçavkirin û careke gin agahî jê nehate wergirtin, Hatûn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wê ya sê salî Dîlek Serîn ên di 24’ê îlona 1994’an de piştî operasyona leşkerî ya li gundê Mirik ê Dêrsimê hatin binçavkirin û agahî ji wan nehate wergirtin, Lutfiye Kaçar di 5’ê cotmeha 1994’an de piştî li Stenbolê hate binçavkirin careke din agahî jê nehate wergirtin, Gulnaz Tatû û Kadriye Tatû yên li gundê Ortaç ê girêdayî navçeya Dêrxas a Mûşê li zozanên ku ji bo pezên xwe bidoşin çûnê di nava operasyona leşkerî de man û careke din agahî ji wan nehate wergirtin, Ayşenûr Şîmşek a di 24’ê çileya 1995’an de li Enqereyê hate binçavkirin û piştî 76 rojan laşê wê yê îşkence lê hatiye kirin li goristana bêkesan a li Kirikkaleyê weke ‘kesa kiryarên wê nediyar’ veşartî hate dîtin, Hatîce Şîmşek a di 1’ê gulana 1995’an de piştî li navçeya Bismil a Amedê hate binçavkirin careke din agahî jê nehate girtin, Şukran Daş a di 7'ê Îlona 1996'an de bi serdegirtina polîsên sivîl ên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Amedê li Rêzana Amedê bi ser malekê de, hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin, Fahriye Mordenîz û hevjînê wê Mahmût ên di 28'ê mijdara 1996’an de li Amedê hatin binçavkirin û piştî 2 sal şûnde li Goristana Asri ya Cizirê weke bêkes hatin definkirin, Zozan Eren û hevjînê wê Orhan ên di 26'ê Îlona 1997'an de li ser rêya Pasûra Amedê bi wesayîteke spî ya Torosê hatin revandin û ji vê rojê heta îro tu agahî jê nehat girtin, Neslîhan Ûslû ya di 31’ê adara 1998'an de Neslîhan Ûslû ya li Alaçatiya Çeşmeya Îzmîrê bi 3 hevalên xwe ve hat binçavkirin û piştre tu agahî jê nehat girtin, Konca Kûrîş a di 16'ê tîrmeha 1998'an de li Mêrsînê ji hêla Hizbûllahê ve hat revandin û di 21'ê Çileya 2000'î de li navçeya Meram a Konyayê di jêrzemînê de cenazeyê wê hat dîtin ji bîr nekirin.”

Ocak destnîşan kir ku wekî Dayikên Şemiyê daxwaz dikin ku aqûbeta jinên di binçavan de hatine windakirin bên eşkerekirin û berpirsyar bên darizandin û got: "Divê di kijan dîrokê de dibe bila bibe, rûbirûbûna rastiya jinên di binçavan de hatine windakirin, bi dawîkirina bêcezahiştinê û darizandina berpirsiyaran dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."

Piştî axaftina Ocak ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz axivî û got: "Meşa Şevê ya Femînîst’ a ku li Cadeya Îstîklal a Taksîmê hat astengkirin. Kesên ku mirovan dikujin nayê cezakirin, kujer bereat dikin. Jinên vî welatî layiqê mirin û zilmê tê dîtin? Ev yek piranî di dema îktîdara niha de pêk hat. Kuştina jinan nayê rawestandin lê wekî din her tiştî qedexe dikin. Jin dixwazin li qadan li dijî qetilkirinê dengê xwe bilind, lê tehemûl nakin. Bila walitî, qeymeqam û Wezîrê Karê Hindurîn Alî Yerlîkaya bê li vir guhdar bike."

Daxuyanî piştî danîna qurnefîlan a li Qada Galatasarayê bi dawî bû.