Aqlê Erdogan: Çi eleqeya Kobanê bi Amedê re heye?

Aqlê Erdogan: Çi eleqeya Kobanê bi Amedê re heye?

Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan li Rizeyê daxuyaniyek da û got: "Çi eleqeya Kobanê bi Tirkiyeyê re heye? Çi eleqeya wê bi Stenbol û Enqereyê re heye? Çi eleqeya wê bi Sêrt û Amedê re heye? "

Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan li Rizeyê tevlî vekirina dibistanekê bû û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tu eleqeya Kobanê bi Amedê re tune ye.

Erdogan di daxuyaniya xwe de got: "Ev terorîst, vandalî û talankerên dadikevin kolanan,  dixwazin gel hêrs bikin û dixwazin li dijî gel derkevin. Armanca wan a sereke ev e. Hedefa kemîna ku danîne wiha ye."

Erdogan bêyi ku behsa teror û cinayetên hêzên dewletê û nîjadperestên Tirk bike got; "Mesele çi ye.... Kobanê ye. Gelo çi eleqeya Kobanê bi Erdîş, Colemêrg û Mûşê re heye? Çi eleqeya Kobanê bi Stenbol û Enqereyê re heye?"

Erdogan di axaftina xwe de ev gotinên sosret kir: "Baş bizanin ka li pişt van bûyeran kî hene. Li pişt van bûyeran ne tenê PKK heye. Ne tenê partiya di bin siya rêxistina terorê PKK’ê de siyasetê dike heye. Di nava van bûyeran de destê hemû hêzên li Tirkiyeyê li kaosan digerin hene. Destê rejîma Esad a xwîndar û zalim heye. Hevaltiya van dikin. Partiyeke ku dest dide destê rejîma Esad heye. Hin dezgehên çapemeniyê yên ku bi rojan in bi rêxistina terorê re li ser heman xetê weşanê dikin hene."

Erdogan wiha domand: "Jixwe tê zanîn dezgehên navneteweyî yên çapemeniyê jî li pişt van bûyeran hene. Ew ê li Pensilvanyayê ku her car dixwaze bûyerên wiha ji xwe re bike firsend heye. Bila haya we jê hebe. Hemû bi heman zimanî êrîş dikin.

38 mirin, ma ne wisa ? Hema bêje hemû Kurd bûn. Dibe ku hûn li ser heman fikirê bin, lê we hevdu kuşt. Yên dikujin Kurd û yên tên kuştin Kurd. "