Anonymous dest bi #OpTurkey kir

Anonymous dest bi #OpTurkey kir

Koma hacker a li cîhanê navdar Anonymous, bi armanca piştgirîdayîna xwepêşandanên Parqa Gezî dest bi operasyona êrişa li qada înternetê ya bi navê  #OpTurkey kir. Komê diyar kir ku ewê malperê hukûmetê hacker bike û piştî demeke kin gelek malperên fermî hilweşand.

Anonymous di vîdeoya xwe de, li ber dîmenê xwepêşandanên hefteyên dawî yên li Tirkiyê nivîsa "Merhaba hukûmeta Tirkiyê. Em Anonymous. Bi hefteyan de li dijî hukûmeta zordar xuşk û birayên me yên li Tirkiyê rabûne ser piyan, lê li êrişeke hovane rast tên. Em jî van êrişan tirs û guman dişopînin " bikar tîne dibêje ku ewê êrişî hemû malperên ragihandinê yên înternetê yên hukûmetê bikin.

Di vîdeoyê de tê gotin, "We der heqê sûcên xwe yên li dijî wan de, çapemeniya civakî û qenalên ragihandinê yên gelê xwe xetimandin sansur kirin. Niha jî Anonymous wê we bigire û gelê we, wê hişyariya deshilatdariyê bide we."

Malperên ku Anonymous hacker kiriye ev in:

mersin.gov.tr

eshot.gov.tr

resmigazete.gov.tr

mam.gov.tr

tccb.gov.tr

istanbul.gov.tr

iem.gov.tr

dsi.gov.tr

akparti.org.tr

ankara.bel.tr

Anonymous êrişî Înstîtuya Teknolojî ya Gebzeyê jî kir û di rewşeke astengkirina Înternetê de hin tevnên VPN eşkere kir ku mirov dikarin bi rêya wan têkevin înternetê.