ANF, mikurhatinên rêveberên MÎT’ê diweşîne

Rêveberên MÎT’ê Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn ên ku ji aliyê PKK’ê ve hatibûn girtin, têkildarî têkiliyên qirêj yên MÎT’ê li xwe mikur hatin.

Di 4’ê Tebaxa 2017’an de li herêma Dûkan a Başûrê Kurdistanê rêveberên MÎT’ê Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn ji aliyê Yekîneyên Hêzên Taybet ên HPG’ê ve hatibûn girtin. Gunel û Pekçetîn têkildarî Komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin, hemû agahiyên girêdayî qetlîamê vegotin.

Pekçetîn û Gunel navê hemû rêveberên MÎT’ê yên ku plana Komkujiya Parîsê kirin, kujer Omer Guney ku li Enqerê çawa dima û li gel kê hevdîtin kiriye, bileta balafirê û li ku derê standiye hemû gotin.

Gunel û Pekçetîn têkildarî MÎT’ê agahiyên balkêş dan û kesên di Komkujiya Parîsê de cih girtin û çawa terfî bûne û niha di çi erkê de ne, li ser van hemû tiştan agahî dan.

Mikurhatin û dengên rêveberên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydîn Gunel ên ku ji aliyê PKK’ê ve hatibû girtin, di demek nêz de di ANF’ê de wê  were weşandin.