ANF êdî bi Elmanî jî nûçeyan diweşîne
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), ji îro û pê ve bi zimanê Elmanî jî dest bi weşana xwe dike.
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), ji îro û pê ve bi zimanê Elmanî jî dest bi weşana xwe dike.
Ajansa me ANF, ku bi nûçeyên xwe yên ji çar aliyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê, yek ji girîngtirîn çavkaniyên nûçeyan e, dest bi xizmeteke nû kir.
Piştî weşana bi zimanên Kurdî, Îngilîzî, Tirkî, Erebî, Farsî û Spanî, ji îro û pê ve bi zimanê Elmanî jî wê nûçeyên xwe biweşîne.
Bi vê xizmetê re wê raya giştî ya Elman û gelên bi zimanê Elmanî diaxivin karibin rojeva Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji çavkaniyeke pê bawer, bişopînin.
Ji vê navnîşanê xwendevan dikarin bi Elmanî nûçeyên ANF'ê bixwînin: https://anfdeutsch.com/