Amîrên polîsan ên êrîşî Gaziyê kirin hatin terfîkirin!
Amîrên polîsan ên êrîşî Gaziyê kirin hatin terfîkirin!
Amîrên polîsan ên êrîşî Gaziyê kirin hatin terfîkirin!
Derket holê ku du amîrên polîsan ên di pêvajoya berxwedana Parka Gezî de bi fermanên êrîşan ku bûn sedema gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin û birîndar bibin hatine terfîkirin. Mudurê Şaxa Ewlekariyê Yunus Donar ê mudaxeleyên li dijî Qada Taksîm û Caddeya Îstîklalê de ku bi xwe bi rê ve dibir û di her firsendê de rojnamevan tehdît dikir, anîn ser wezîfeya alîkariya Muduriyeta Stenbolê. Aîkarê Mudurê Şaxa Ewlekariyê Mîthat Aynacı yê rojnamevan tehdîr dikir, di kolanan de ku bi xwe bombeyên gazê bi kar dianî, bi kulman êrîşî mirovan dikir jî anîn ser wezîfeya Muduriyeta Şaxa Ewlekariyê.
Serokwezîr Erdogan amîrên polîsan ên di pêvajoya Parka Gezî de bi şîddeta li dijî gel tên naskirin tenê wek qehreman îlan nekir, yek jî ji bo wezîfeyên krîtîk terfî da wan
Yunus Donar ê di pêvajoya berxwedana Parka Gezî de di mudaxelekirinê de sînor nas nekir, Platforma Piştevaniya Taksîmê wek rêxistina terorê bi nav kir, di bin fezlekeya polîsan de îmzeya wî hebû û rojnamevanên ku dîmên digirtin tehdîta “wê ji kar biavije” li wan dikir, wek Alîkarê Mudurê Emniyetê yê Stenbolê hat wezîfedarkirin. Wê Donar ji taxên Umraniye, Şîle, Çekmekoy û Sancaktepe ku wek taxên şoreşger jî tên naskirin berpirsiyar be. Li şûna Donar jî alîkarê wî Mîthat Aynaci hat wezîfedarkirin. Aynaci jî bi pêkanînên xwe ku ji Donar paşde namîne bi pêkanînên xwe yên dij-mirovatiyê tê naskirin.