Amerîkayê ji bo Îran û Rûsyayê dengê xwe li Tirkiyê kir
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson ji ber sedema ku xwe nêzî îran û Rûsyayê dike dengê xwe li Tirkiyê kir.
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson ji ber sedema ku xwe nêzî îran û Rûsyayê dike dengê xwe li Tirkiyê kir.
Li gorî radyoya Dengê Amerîkayê Tîllerson li Washîngtonê li saziyeke ramanê axivî û bang li Tirkiyê kir ku giringiyê bide parastina hevpar a hevalbendiya NATO’yê.
Tilerson wiha axivî: ‘’Em ji Tirkiyê ya ku hevalbenda NATO’yê ye dixwazin ku girîngiyê bide parastina hevpar a hevalbendiya NATO’yê. Îran û Rûsya kelka ku welatên Rojava ji hêla aborî û siyasî ve didine gelê Tirkiyê nikarin bidin.’’
Tîllerson her wiha soz da ku Ewropayê li dijî êrîşên Rûsyayê biparêze.
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Tîllerson vê heftiya were wê seriyekî bide hin paytextên welatên Ewropayê.
Tîllerson diyar kir ku êrîşek bi ser hevalbendên wan ên Ewropî de were li gorî xala 5’an a NATO’yê Amerîka wê bersiva vê bide.
Tillerson got, ‘têkiliyên me yên bi Ewropa re weke pola qeyîm in’ û rexneyên giran li Rûsyayê anî.
Tillerson bi taybetî bal kişande ser krîza Ukraynayê û destwerdana Rûsyayê ya li hilbijartinên Ewropayê.
Tillerson diyar kir krîza Ukraynayê li ber geşbûna têkiliyan asteng e û got, ‘’heke li Ukraynayê çareserî çênebe em ê qet nikaribin werin ser sêhra têkiliyeke baş.’’