Amed, Dêrsim, Gurgum û Mêrsîn ji bo pêşwazîkirinê amade ne

Amed, Dêrsim, Gurgum û Mêrsîn ji bo pêşwazîkirinê amade ne

Cenazeyên 3 jinên siyasetmedar ên Kurd, Sazûmanara PKK'ê Sakine Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez dê di demjimêr 20.30'an de li Balefirgeha Amedê bi girseyî bê pêşwazîkirin. Cenaze piştî pêşwazikirinê dê bibin Morga Nexweşxaneya Taybet ya Dortyola Rezana Amedê. Sibeha Pêncşemê dê bi 100 hezaran darbestan danin ser milê xwe û bibin qata Batikente û merasimek bi heybet pêk bînin. Amadekariyên li Mêrsîn, Elbîstana Gurgumê û Dêrsimê jî bi dawî bûn.

AMED

Îro cenazeyên 3 jinên siyasetmedarên Kurd, Sazûmanara PKK'ê Sakine Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez dê di demjimêr 20.30'an de li Balefirgeha Amedê bi girseyî bê pêşwazîkirin. Cenaze piştî pêşwazikirinê dê bi 10 hezaran kes darbestan danin ser milê xwe û bibin Morga Nexweşxaneya Taybet ya Dortyola Rezanê.

Sibê di demjimêr 09.00'an de bi 100 hezaran kes dê li berh Nexweşxaneya Baglarê kom bibin û darbestên 3 jinan danin ser milê xwe û heta Qata Batikentê bimeşin. Girseya ku bibe lehî dê li kolana Nukhet Çoşkun meşê pêk bînin, dê heta qada Batikentê bimeşin. Merasima cenazeyan dê di demjimêr 11.00'an de pêk bê.

Dê nûner û rêveberên gelek saziyên sivîl û demokratîk ji gelek bajarên herêmê û Tirkiyeyê bên tevlî merasimê bibin. Dîsa heyata ji Başûrê Kurdistanê bên dê tevlî merasimê bibin. Piştî merasimê dê cenazeyê Sakine Cansiz bibin Dêrsimê, cenazeyê Fîdan Dogan bibin Gurgum (Mereş) û cenazeyê Leyla Şaylemez jî bibin Mêrsînê."

DÊRSIM

Li Dêrsimê jî amadekariyên pêşwazîkirina ji bo cenazeyê Sazûmankara PKK'ê Sakine Cansiz bi dawî bûn. Cenazeya Sakine Cansiz dê li Goristana Navendî ya Asrî ya Dêrsimê dê bi girseyî bê definkirin. Amadekariyên li Cemxaneya Dêrsimê jî temam bûn. Jinên Dersimê jî ji bo cenaze bi girseyî pêşwazî bikin li taxan xebat destpêkirin û dê cenaze bi girseyî pêşwazî bikin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parlamantera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Parlamantera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna, Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, û parlamanterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur dê tevlî merasimê bibin.

GURGUM

Ji 3 jinên kurd û Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fidan Dogan jî piştî cenazeyê wê sibê li Amedê di merasimê de bê rêkirin dê li Gurgumê (Mereş) bi giresyî bê pêşwazikirin. Amadekariyên ji bo merasima Cenazeyê Fîdan Dogan ya li gundê Xançiplaka Elbîstana Gurgumê temam bûn. Îşev cenaze dê di demjimêr 20.30'an de li Amedê bên pêşwazîkirin dê cenazeyê Dogan ji Amedê ber bi Elbîstanê ve bên rêkirin. Dê ji Semsûr, Riha, Dîlok û Meletiye bi 10 hezaran kes tevlî kerwanê cenazeyê Fîdan Dogan bibin û wê bi karwanekî herî mezin bibin Semsûrê û ji wir jî roja Înê di demjimêr 10.00'an de li Navçeya Serêgolêya Semsûrê bi tevlîbûna Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, û gelek parlamenterên din bibin navçeya Elbistanê. Aydogan diyar kir ku, dê merasima cenaze li Bajaroka Barişê di demjimêr 12.00'an de li Cemxaenyê pêk bînin. Cenazeyê Dogan dê pişt re li gundê Xançiplak ê 5-6 kîlometre dûrî Bajaroka Barişê ye dê bi girseyî bê definkirin.

Merasima cenaze dê di demjimêr 13.00'an li gund pêk bê. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, Parlamentera BDP'ê ya Nursel Aydogan, Osman Baydemîr, Parlamenterê BDP'ê Îbrahîm Bînîcî, BDP'a Şirnexe Hasîp Kaplan, Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer dê amade bibin.

MÊRSÎN

Cenazeyê endama Tevgera Ciwanan jî dê li Mêrsîmê bi merasimek girseyî bê definkirin. Amadekariyên ji bo pêşwazîkirin û merasima Leyla Şaylemez ya Mêrsînê bi dawî bû. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Parlamentera Qersê Mulkiye Birtane, Wekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan, Parlamenterê BDP'ê ye Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, Parlamenterê BDP'ê yê Mêrsînê Ertuðrul Kurkçu, yê Edeneyê Murat Bozlak ji di nav de bi girseyi amade bibin.

Cenanez dê Înê di demjimêr 10.00-11.00'an de li Mizgefta Kurt Ali ya Nurê bê hilgirtin û li ser milê 10 hezaran kesan bi meşekê bibin Goristana Guney Kentê. Serokê BDP'a Mêrsînê Halîs Ernarîcî bang li her kesî kir û xwest bi awayekî her xurt tevlî merasimê bibin.