Altûn: Kongreya neteweyî ji bo Kurdan pêwîstiyeke stratejîk e

Altûn diyar kir ku şert û mercên herêmî û navneteweyî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd musaît e û destnîşan kir ku ya divê Kurd niha bike xweîfadekirin e. Altûn ji bo vê jî bal kişand ser kongreya neteweyî ya Kurd û got, ev pêwîstiyeke stratejîk e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn ji rojnameya heftane Awane re axivî. Di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de Altûn işaret bi girîngiya lidarketina kongreya neteweyî kir.

Altûn destnîşan kir ku kongreya neteweyî ya Kurd ji bo wan projeyeke girîng e û got, "Tevgera PKK'ê ji destpêkê ev dixwaze kongreyeke neteweyî ya Kurd bê lidarxistin. Ji bo me ev rojeveke nû nîne, ji berê ve ji bo Kurdan pêwîstiyeke bingehîn e."

Altûn da xuyakirin ku dema ew rewşa parçebûyî ya navbera Kurdan, her wiha rewşa li qada herêmî û navneteweyî dinirxînin, dibînin ku pirsgirêka yekîtiya nava Kurdan pirsgirêka bingehîn e û wiha dewam kir: "Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, nepêkan e ku Kurd bi ser bikevin. Ev yek dikare bi analîzên kûr bê nirxandin. Kurdistan di navbera çar hêzên mêtinger de hatiye parçekirin û Kurd di mejî de ji aliyê hêzên mêtinger ve roj bi roj tên parçekirin. Her roj tên parçekirin û tinekirin."

Riza Altûn anî ziman ku bêyî parçekirina Kurdan ji hev Kurd nikare bên tinekiirin û got, "Yanî her roj parçeyekî jê dike û bi vî rengî Kurdan qels dike. Ev rewşeke girîng e. Jehrkuja vê yekê pêşîgirtina li parçebûnê ye. Ji ber vê yekê, hûn ji kîjan xeta îdeolojîk-polîtîk tevbigerin jî, pirsgirêka neteweyî ya Kurdan, pirsgirêka yekîtiyê weke pirsgirêka bingehîn û pirsgirêka stratejîk derdikeve pêşiya mirovan."

Altûn ragihand ku ew ji destpêkê ve bi vê perspektîfê tevdigerin û destnîşan kir ku ji roja destpêkê ve ew bi şiyara yekîtiya neteweyî, bi projeyên yekîtiya neteweyî xebitîne.

Altûn diyar kir ku ji ber sedemên curbecur ev yek negihîşt asta ku tê xwestin û got, "Herî dawî kongreya neteweyî ya Kurd kete rojevê, ku ev gaveke girîng e. Yanî di rewşeke ku Kurd ketine rojeva cîhanê de, kongreya neteweyî ya Kurd weke parlamenta Kurdan a li sirgûnê tevgeriya, bi wê ristê rabû. Ev rewşeke erzan û ji rêzê nîne. Ne saziyeke ku tenê parçeyek xwe lê îfade dike, saziyeke ku temsîla hemû parçeyan dike. Di vê astê de fermî nebû, lê qet nebe biçûk jî be bi roleke wiha rabû."

LI ÇAR PARÇEYAN MESELEYA KURD GIHÎŞTIYE ASTA ÇARESERIYÊ

Altûn da zanîn ku bûyerên di dema dawî de diqewimin, pêwîstiya bi vê yekê bi rengekî vekirî radixe pêş çavan û ev tespît kir: "Yanî rewşa îro gihîştiye asteke welê ku mirov nikare bi deh-panzdeh sal beriya niha bînin berberî hev. Dema mirov şert û mercên çareseriya pirsgirêka Kurd tînin ber çavên xwe, mirov dikarin bêjin ku meseleya Kurd îro bi rastî jî gihîştiye nuqteya çareseriyê. Li her çar parçeyan em gihîştin nuqteyeke ku dikarin çareser bikin. Hem herêm dest dide vê yekê, hem jî siyaseta navneteweyî."

KONGREYA NETEWEYÎ PÊWÎSTIYEKE STRATEJÎK E

Altûn pirsa "Ya ku di vir de were kirin çi ye?" kir û got, "Divê Kurd karibin xwe îfade bikin. Eger karibin xwe îfade bikin, wê li ser bingeha van şert û mercan karibe pirsgirêkê çareser bike. Ji bo vê pêwîstî bi çi heye? Pêwîstî bi Kongreya Neteweyî ya Kurd heye. Wê demê Kongreya Neteweyî ya Kurd weke pêwîstiyeke stratejîk li ber me ye."

Altûn anî ziman ku divê hemû partiyên Kurd di vê mijarê de hemfikir bin û got, "Çiqasî zehmet dibe bila bibe, çiqasî bi pirsgirêk dibe bila bibe, divê em bi her awayî fedakariyê bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin."

HETA KU LI ÇAR PARÇEYAN YEKÎTÎ NEBE, EWLEKARIYA KESÎ NÎNE

Riza Altûn destnîşan kir ku pêwîstî bi perspektîfeke yekîtiya neteweyî heye û bi berdewamî ev nirxandin kir: "Bi taybetî karên ji bo kongreya yekîtiya neteweyî ya Kurdan di dema dawî de hatin kirin, karê divê bê kirin e. Yanî, divê karekî ji bo yekîtiya Kurdên li çar parçeyan bê meşandin. Heta ku ev kar neyê kirin, kes ewle nîne, kes bi tena serê xwe nikare bibe bandor."

Altûn diyar kir ku KNK'ê di nîqaşên beriya referandûmê de ev yek gelek caran anî ziman, lê belê bicih nehat anîn û got, "Halbûkî eger di nava Kurdan de yekîtî hatibûya avakirin, saziyeke ku her çar parçeyên Kurdistanê xwe lê îfade dikin hatibûya avakirin, ev sazî bibûya xwedî rêveberiyekê û li ser vê bingehê karên li parçeyên din ên diviyabûn bihata kirin bi rê ve biçûya, gav bihatina avêtin, wê siyaseteke yek parçeyî ya ji çar parçeyên Kurdistanê derketibûya holê. Lê belê ev nehat kirin. Dema ku ev ji nedîtî ve were û parçeyek bi nedîtina parçeyên din hewl bide gavekê biavêje, hingî wê bikeve bi barekî giran ku nikaribe rake."

ENCAMÊN REFERANDÛMA BÊYÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn nîqaşên beriya referandûma li Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û got, "Li aliyekî karê ji bo kongreya neteweyî hebûn, li aliyê din jî karê ji bo referandûmê. Nêzîkatiya şaş çi bû? Bêyî ku pêwîstiyê bi yekîtiya neteweyî bibînin, welê nêzîk bûn ku 'em ê bi referandûmê îradeya gel derxînin holê û serxwebûnê îlan bikin'. Gelo ev pêkan bû? Yanî dema mirov rewşa dîrokî, civakî û siyasî ay Kurdan, nêrîna sîstema cîhanê ya navneteweyî ya li Kurdan û hesabên hegemonyayên herêmê yên li ser Kurdan binirxînin, gelo nêzîkatiyeke bi vî rengî rast bû? Niha kongreya neteweyî hê bêhtir hate sabotekirin. Li şûna kongreya neteweyî, referandûma serxwebûnê derxistin pêş. Me hişyarî da, me got ku ev yek nêzîkatiyeke şaş e, konjektura herêmî navneteweyî nikare niha vê rake, me got pirsgirêka niha ev nîne. Divê em şert û mercan amade bikin ku vê yekê bixin rojevê. Şertê bingehîn ê vê jî yekîtî ye. Veguherandina desketiyan bi rengê hêzeke têrker e. Piştî ku veguherî hêzê, her parçe dikare xwe bi rengekî azad îfade bike. Referandûm jî hingî dikare bê kirin, serxwebûn jî dikare bê îlankirin. Ev yek êdî li gorî daxwaza hêzên siyasî, li gorî daxwaza gelê li her parçeyî ye."

NE VÎNA GEL HIŞTIN, NE JÎ DESTKETÎ; XWEDÎ LI BIRYARA XWE JÎ DERNEKETIN

Altûn diyar kir ku nêzîkatiyeke bi vî rengî nehat nîşandan û got, "Ji ber ku ev nehat kirin, çi bû? Li cihê ku yekîtiya neteweyî nîne, li ser bingeha tifaqa yek du hêzan referandûm hat kirin. Îradeya serxwebûnê ya gel derket holê û tam di vir de li cihê ku şiyara neteweyî hate kirin, li pêşberî êrîşa dijmin her tişt hûrhûrî bû. Ne vîna gel ma, ne jî destketî. Yên ku ev siyaset kirin, xwedî li biryara xwe derneketin. Ji ber ku hemû parçeyên din ên Kurdistanê li derveyî vê pêvajoyê hiştin, kesî nekarîbû li pêşberî vê rewşê tiştekî bike."

TEVLÎBÛNA LI KONGREYA NETEWEYÎ WEZÎFE Û BERPIRSYARIYEKE MEZIN E

Riza Altûn di dewama axaftina xwe de pirsa "Ev yek çi hînî me dike?" pirsî û got, "Gelo piştî vê rewşa rû da, hîn jî em ê pêwîstiya bi yekîtiya neteweyî fêhm nekin? Yanî eger em ê fêhm nekin ku sazîbûna kongreya neteweyî ji bo Kurdan di asta jiyanî de pêwîst e, eger em ê fêhm nekin ku karê bingehîn ê kongreya neteweyî yekîtiya neteweyî ye, wê çaxê wê ji têkçûnan ders nehatibe derxistin. Ev yek jî ne tenê zerarê dide xwediyê vê siyasetê. Ev zerarê dide têkoşîna azadiyê ya tevahiya Kurdistanê. Zerarê dide tevahiya civakê. Rê li ber têkçûna destketiyan vedike. Li gorî me, tevlîbûna li kongreya neteweyî wezîfe û berpirsyariyeke mezin e. Wezîfeyeke dîrokî ye ku em vê yekê bikin yekîtiya giştî ya Kurdan û saziya vê yekîtiyê baifirînin."