Altûn: Ji pênaseyeke şaş a civakî mirov nikare şoreşekê biafirîne

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn got, "Eger em tenê bi pênaseya netewe dewletê tevbigerin, em ê nikaribin pirsgirêkê çareser bikin û nikaribin ji nava pirsgirêkan derkevin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn ji rojnameya heftane Awane re axivî. Beşa destpêkê ya hevpeyvînê wiha ye:

Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî tê girtin. Lenîn jî di sala 1917’an de bi piştgiriya Elmanyayê ji Swîsreyê tê Rûsyayê û li vê derê agirê şoreşê pê dikeve. Ez dixwazim li vê derê tu tiştan bidim ber hev. Heke Ocalan ji dêvila komployê, ew jî mîna Lenîn piştgiriya wî bihata kirin, encama şoreş û berxwedana PKK’ê wê neşibiya encamên şoreşa Lenîn û Bolşevîkan?

Mirov van herdu mînakan bidî ber hev û armanc û nêta van kesan û şertên dîrokî û siyasî wê demê îzah bike, dibe ku bigihêje hin encaman. Dema em li hevsenga beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn binihêrin, em ê karibin rewşê baş fêm bikin.

Di serî de pergala cîhaneke kapîtalîst a ku pişta xwe dispêre tifaqa Îngîltere, Fransa û Rûsyayê û li hemberî vî tiştî jî Elmanya heye. Hevsengeke wisa heye. Bloka ku Elmanya pêşengiya wê dike amadekariyên şer dike û dixwaze vê eniyê qels bike.

Heta wê çaxê şoreşeke sosyalîst û tecrubeya şoreşa gel nehatiye jiyîn. Ji ber ku tecrubeyeke wisa tune, Elmanya xwestiye vê tifaqa li hemberî xwe parçe bike û li gorî wê heke di nav Çarîtiya Rûsyayê de tevliheviyek çêbibe wê stratejiya wê pêk were. Ji ber vê jî Lenîn ji Swîsreyê tê Rûsyayê û bi pêşengiya wî li Rûsyayê şoreşek çêdibe û ev tişt tê hesabê polîtîkaya Elmanan jî. Lê divê ev tişt şaş neyê fêmkirin. Lenîn li vê derê xizmeta Elmanyayê nekiriye. Şoreşa Lenîn bi awayekî objektîf hin encam derxistiye holê ku, ev encam tê hesabê Elmanyayê. Li aliyê din Şoreşa 17’ê Cotmehê çêbû ya ku pergala kapîtalîst ji binî ve dikare xisarê bibîne û vê şoreşê serdemeke nû daye destpêkirin.

Komploya li dijî Rêbertiya me û şertên di nav komployê de piçekî cihê ne. Lê di heman demê de mebesta van aktoran jî cihê ye. Serdema sala 1999’an a ku li dijî Rêbertiya me komployek tê kirin, serdema tengasiya modernîteya kapîtalîst e. Modernîteya Kapîtalîst ji bo derbaskirina vê dema dijwar dixwest hin tevdîr û çareseriyan bike. Li Ewrûpa, Latîn Amerîka û li gelek cihên yên Asyayê mudaxeleyî hin bûyeran kir û xwest temenê modernîteya kapîtalîst dirêj bike û dahatûya wê têxe bin mîsogeriyê. Lê dîroka ku hatiye diyarkirin tê wateya mudaxelekirina modernîteya kapîtalîst. Dema ku mirov tecrubeya 17’ê Cotmehê jî bi bîr bîne û siyaset û stratejiya wê ya li Rojhilata Navîn bifikire wê çaxê ev tişt dibe siyaseta komploya navneteweyî. Wê rast be ku mirov bibêje ku mudaxeleya li dijî Rêbertiya me, tê wateya astengkirina şoreşeke wekî ya 17’ê Cotmehê. Em wisa bibêjin, heke komployeke bi vî rengî li dijî Rêbertiya me nehata kirin û bi awayê ku a niha mudaxeleyî Rojhilata Navîn dikin, mudaxele bihata kirin û Rêbertî û PKK’ê hêza xwe biparastina, bêyî piştgiriya hêzeke derve wê şoreşeke wekî ya 17’ê Cotmehê bihata kirin, îxtîmala vî tiştî wê zêde bûya. Ji ber ku ev tişt hate dîtin, mudaxele hate kirin, aliyek ev bû. Aliyê din jî ev bû, heta ku PKK û Rêbertiya wê hebûya, di mudaxeleya li ser Rojhilata Navîn de wê rola Kurdan nikaribûna li gorî xwe pêk bianîna. PKK ji aliyekî asteng dike ku hêzên derve mudaxeleyî Rojhilata Navîn bike û ji aliyê din jî asteng dike ku ev hêzên derve li ser Kurdan stratejiyekê ava bikin. Ji ber vê jî ji bo tasfiyekirina PKK’ê, divê Rêbertiya wê bihata tasfiyekirin. Heke komploya li ser Rêbertî nehata kirin û teslîmî Tirkiyeyê nehata kirin û PKK bi hêza xwe ya heyî mudaxilî pêvajoyê bibûya bêyî ku hêzeke derve piştgiriyê bide, wê li vê derê jî Şoreşa 17’ê Cotmehê derketa holê. Ev tişt hatiye astengkirin. Komploya Navneteweyî li ser vî tiştî hatiye avakirin.

Dema PKK hate avakirin di navbera blokên Rojhilat û Rojava de qayîşkêşanek hebû. Herdu hêzan jî li ser welat û gelên li herêmê li gorî stratejî û armanc diyar dikirin. PKK di nava van hêzan de çawa li ser pêyan ma?

PKK di salên 1970’yî de derketiye holê. Di wan salan de dinya di navbera du blokan de bû. PKK dema nû ava bû jî di bin bandora bloka reel sosyalîzma yê ya Rojhilat de maye. Di bin bandora reel sosyalîzmê tevgereke ku bêtir têkoşîneke neteweyî dike. Kurdistan bûye çar parçe û bûye mêtingeh. Sedema parçebûna Kurdistanê jî têkildarî pergala cîhanê ye. Ji aliyê emperyalîzma navneteweyî û hêzên wê yên herêmê polîtîkayek hatiye pêkanîn.

PKK dema derket holê, li ser bingeha li dijî kapîtalîzm, emperyalîzm û mêtingeriyê derketiye holê. Ji bo azadiya welat û civaka xwe, têkoşiyaye. Mirov dikare bibêje ku navendên ku reel sosyalîzmê temsîl dikin jî siyaseta ku PKK’ê dixe navenda xwe pêk neanîn. Gelek dûvikên –wê çaxê partiyên komunîst ên klasîk û yên wekî wan- ji bo lidijderketina PKK’ê xwe bi cih kirin. Ji ber vê jî dema PKK ava bû ligel ku di bin bandora reel sosyalîzmê bû ne li pergala cîhanê ya kapîtalîst qebûl kir û ne jî bi reel sosyalîzmê re bû yek. Yan ew ê li hemberî herduyan têbikoşe û li ser pêyan bimîne û yan jî wê hevkariyek bi aliyekî re bikira û ew ê xwe tune bikira. Ji ber vê jî PKK dema ava bû jî li hemberî modernîteya kapîtalîst, emperyalîzm û mêtingeriyê têkoşiya û bi helwest û têkoşîna xwe hate roja îro. Di heman demê de li hemberî reel sosyalîzmê jî xweseriya xwe parast. Bi lêpirsîn, nûkirin û vejînan re heta îro hat. Heke heta îro hatibe, ev girêdayî karakterê wê yê avabûnê ye.

Ligel ku reel sosyalîzm hilweşiya û bi pergala cîhana kapîtalîst bû yek jî, PKK bi paradîgmayên nû û bi parastina xetên xwe yên sereke xwe nû kir û di warê îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî de hêza xwe derxistiye holê. Ji ber ku xwe dispêre hêza xwe, li hemberî herdu aliyan karibûye hebûna xwe biparêze. Em dibînin ku hêzeke ku derdikeve holê bi polîtîkayên bicihbûna di nav pergala kapîtalîst a cîhanî de xwe angaje û entegre dike û li ser navê têkoşîna li dijî pergala navneteweyî li ser xeta reel sosyalîzmê heliyan û çûn.

Gelek komunîst dibêjin “Heke Lenîn wefat nekira wê bi destê Stalîn re şoreş neketa rêyeke şaş, ji ber ku Lenîn êdî derfet nedît ku hin şaşiyên fikrî sererast bike’. Li gorî fikra we, saxbûna rêberê wê ji bo PKK’ê ne şansek e?

Bêguman rêberê tevgerekê sax be û li ser tevgera xwe be, ji bo her demê avantajeke mezin e. Heke em werin ser mînaka Lenîn û Stalîn, heke Lenîn nemira û li ser tevgera xwe bûya wê salên 1930’î cihêtir bûya. Kêmasiyên Stalîn wê ewqasî derneketa holê, wê encam evqasî ne texrîbkar bûya. Lê heke Lenîn jî sax bûya, gelo wê pêşveçûneke çawa çêbûya û wê sosyalîzm bi pêş ve biçûya? Ev mijara nîqaşeke din e. Lê mirov dikare vî tiştî bibêje, hebûna Lenîn wê çareseriyên rasttir derxista holê. Ji bo PKK’ê jî heman gotinê mirov dikare bibêje. Jixwe sedema bingehîn a komploya navneteweyî ya li Rêbertiyê ev e. Armanca wan ev e: PKK ji aliyê Rêber Apo hatiye avakirin û heke ew tune be ew ê ev tevger jî tune be. Nêrîneke wan a wisa teng heye. Ji ber vê jî ew dibêjin, heke Rêber Apo tasfiye bibe wê PKK jî tasfiye bibe an jî wê hêza xwe winda bike û bi hêsanî têkeve bin kontrolê. Ji ber vê jî Rêber Apo kirin hedefa pêşîn. Mebesta wan ev bû ku bi Rêber Apo ji tevgerê veqetîne û tevgerê li gorî xwe bi rê ve bibin. Bêguman vî tiştî xisareke mezin da me. Lê texrîbatên wekî yên salên 1930’î yên Lenîn û Stalîn derneket holê. Wan xwestin bi tasfiyekirina Rêbertî te, PKK belav bibe û bandora xwe ji dest bide. Em dibînin ku bi girtiya Rêbertî re PKK tasfiye nebû û PKK û Rêbertiya xwe nehatin dijî hev. Di vî warî de têk çûn. Tevger li ser xeta Rêbertiya xwe meşiya û Rêbertî jî bi paradîgmayên nû re rê nîşanî tevgerê da.

Xisarên komployê li ser me çêbû? Xisarên çawa? Heke Rêbertî di vê kaosa li Rojhilata Navîn de bûya û li gorî wê mudaxele bikira, ew ê PKK îro gelekî li pêş bûya. Komplo ev xisar daye me. Lê mirov dikare vî tiştî bibêje, komploya navneteyî di warê belavkirina me de bi ser neketiye lê di warê pêkanîna şoreşeke wekî ya 17’ê Cotmehê ji me re bûye asteng.

Di salên avakirinê yên PKK’ê de di warê teorîk de, fikrên wê yên li ser şoreş û gelek waran ji yên îro cuda bû. Ev cudahî çi bûn? Tecrubeya leşkerî ya PKK’ê û di danheva wê ya fikrî ya 40 salan de, bûye şahidê guherînên çawa?

Wekî ku min li jor got, dema PKK di salên 1970’î de derket holê bêtir di bin fikra Marksîst de bû. Gelek salan li ser vî bingehî têkoşiya. Lê piştî ku rastiya reel sosyalîzmê di navan salan de derkete holê, PKK xwe da nirxand û xwe nû kir. Piştî salên 1990’î pêvajoya hilweşandina bloka Rojhilat, nîqaşên navxweyî yên sosyalîzmê, hevkariya Çîn û Sovyetê, nîqaşên di navbera Çîn, Yûgoslavya, Rûsyayê û pergalên hilweşiyayî yên reel sosyalîzmê pir zû pêk hatin. Dema ev tişt hatin jiyîn, PKK’ê xwe nirxand û ji bo xwe hin encam derxist holê. Berê jî rexneyên wê li vê pergalê hebû lê bi derketina van rastiyan re rexneyên xwe kûr kir û xwe jî nû kir. Bi hilweşandina Sovyetê re reel sosyalîzm ji binî ve hilweşiya û tevlî pergala cîhanê ya kapîtalîst bû.

Rewşa mûxalîf a PKK’ê, nêrîna wê ya mûxalîf a li dijî reel sosyalîzm û Marksîzmê bû nêziktedayîna herîn bingehîn a hilneweşandina PKK’ê. Bi hilweşandina Sovyet û komploya li ser Rêbertiya me re, bi nêziktêdayîneke kûr me xwe gihand paradîgmayeke nû. Berê jî rexneyên me hebûn lê me dikarî nêziktedayîneke kûr derxîne holê. Lê bi danheva me, danheva Rêbertî, piştî komployê bû paradîgmayeke nû û gava mezin a xwebûnê hate avêtin.

Ev tê wateya guherîneke kûr. Tevgereke li ser rêçika reel sosyalîzmê, rewşa xwe ji binî ve diguherîne. Bi taybetî nirxaneke cîddî ya Marksîzmê hate kirin. Felsefeya ku Marksîzm li ser wê ava bûye, hate nirxandin. Di heman demê de me sosyolojiya Marksîzmê jî nirxand. Berê sosyolojiya Marksîst digot civak ji çînan pêk tê, lê sosyolojiya nû ya ku Rêbertiya pêşkêş kiriye, em bir ser nirxandin û lêpirsîna Marksîzmê. Di warê desthilatdarî, dewlet û şoreşê me bingehîn sereke derxist holê. Ev nayê wateya qutbûna ji sosyalîzm û azadiyê, berevajî wê tê wateya îfadeya wê ya herî guncav a ji bo rastiya wê ya dîrokî û civakî. Me di paradîgmaya nû de nêrîneke felsefîk derxist holê. Me nêrîneke nû ya li dîrok, rabirdû û şoreşê derxist holê û di warê esasî de tişta ku PKK’ê li ser lingan dihêle û rê li ber pêşveçûna wê vedike jî ev guherîn e.

Sosyalîzma reel ji bo bendewariyan nebû bersîv. PKK kîjan wane dîrok û windakirinên Soveyetê girt?

Sosyalîzma reel ji ber ku nebû bersîv, têk çû. Her demê fêda wê heye ku li ser sosyalîzma reel bi awayekî berfireh bê nirxandin û gotûbêjkirin. Ji xwe yek ji sedemê hilweşîna wê jî ev e. Ji ber ku ji daxwazên civakê re nebû bersîv têk çû, divê ev bê dîtin. Ya ku heta roja îro em li ser lingan hiştin jî encamên ku em ji vê derxistiye. Li vir azadiya refekê, yan jî desthilatdarbûna refekê hê zêdetir nêzîkatiyeke ku azadiya civakê bigire dest girîng e. Ev ferqekî girîng îfade dike.

Ya duyemîn; civak ne tenê ji refên cuda pêk tên. Civak ji beşên cuda, mezheb, bawerî, etnîk û civakên cuda pêk tê. Dema ku em civakê bi refan ve bidin hev û bigirin dest tê wateya hemû dewletmendiyên civakî tine dihesibînîn. Dema ku di serî de pênasekirina civakê şaş bê kirn, wê demê ji pênasekirina civakekê ne mimkûne ku şoreşek bê avakirin. Wê demê divê em aliyê dîrokî û civakî yê civakan baş binasin û bigirin dest, wê demê li gorî dîrok û rastiya wê şoreş bersiva pêwîst bide. Wê demê wê hemû cihêkeriya civakê bê dîtin, ji bo bûna bersiva lêgerîna azadiya cihêkeriyên civakê derxîne holê û xwe gihandina van armancan jî wê amrazên rast bibîne û bikeve lêgerîna pêkanînê. Wê demê ku azadî ji bo her kesê pêwîstiyek be û her kes di nava wê pêvajoyê de cih bigire, şoreşê derxîne holê , divê bikeve nava wê hewldanê ku hemû beşê civakê ber bi şoreşê ve bikişîne. PKK’ê ev derxist holê. Yanî rêya vê ya dana derxistin dîtiye. Ev jî pir girîng e. Li ser bingehê siyaseta demokratîk ku her kes bikare xwe îfade bike, xwe rêxistinkirin û vê jî li ser bingehê rêveberiya hevpar pêk anîn, elbet ev rewşekî cidî ye. Ev wê ber bi kû ve bibe? Ev wê bibe ku desthilata heyî û dewletê lêpirsîn bike.

Ji bo wê PKK’ê di pradîgmaya xwe ya nû de têgeha dewlet û desthilatê red kir. Divê ev şaşa neyê famkirin. Redkirina dewletê wê neyê wateya mafê civakê yê ku xwe bi xwe rêve bibe red bike, tam berovajî wê dewlet û desthilatê red dike. Ji bo wê redkirina dewletê tê wateya redkirina serweriya hêza yekî ya di nava civakê de bûyî ye. Civak eneq cihekî ku ev têgîn lê nebe azad bibe, wê demê bigihêje kûrahiya teorîk û pratîka xwe.

Wê demê divê li vir rewşekî bi pirsgirêk bê dîtin. Forma netew-dewlet forma bingehîn a kapitalîzmê ye, ya rastî ditin û vê derbaskirin, divê pêkhateyekî nû bihata derxistin. Dîsa avakirina vê pêkhateyê, li şûna netew-dewletê perspektîfa netewa demokratîk a me derxistî holê, tam bersiva civakê dide ye, wê bersiva lêgerîna civakê bide, hêz bide civakê wê bibe nûbûneke nû ku civakê ber bi şoreşê ve bibe.

Li şûna netew-dewletê dibêjîn netewa demokratîk. Wê demê li şûna netew demokratîk û li şûna netew-dewletê jî demokrasî danîn wê demê alternatîfekî nû derdikeve holê. Ev tê wê wateyê ku azadiya hemû beşên civakê û wateya yekîtiya netewî jî. Li rex îfadekirina azadiya civakê û yekîtiya netewî jî civaka demokratîk weke sîstemkî nû ku xwe bi xwe xwe rêve bibe derdikeve holê. Ev jî tê wateya nûbûnekî nû. Dema ku em li pratîka xwe binêrin, bi taybet li partîka xwe ya li Rojhilata Navîn binêrin wê demê em ê hê zelaltir bibînin. Îro dema em li hemû netew-dewletên li Rojhilata Navîn binêrin xwedî pêkhateyekî wiha ne. Tu kîjanê bigirî dest bi meseleya perspektîfa netew-dewletê nêzîk dibe ewqas xeternak û metirsîdar in. Ji ber ku ev sîstemên ku modernîteya kapitalîst avakirî dîtin ku wê êdî nekarin hebûna xwe bidomînin ji bo wê dixwazin wê bidin guhertin. Yanî mîletgeriya kevin, nêzîkatiyên hişk ên netew-dewletê cihê xwe ji nêzîkatiyekî hê nermtir re dihêle ketine nava lêgerîna ku sîstema xwe li ser lingan bidin hiştin. Di vê mijarê de ceribandinan dikin. Ji vê jî bi hêsanî rizgar nabin. Dest bavêje çi li wir pirsgirêk derdikeve.

Dema em demê dawî li kirzên li Rojhilata Navîn binêrîn em ê vê hê hêsanîtir bibînin. Şer, qirkirin, û qirkirinên civakî yên di encama qetlîamên ji ber nêzîkatiya netewe dewletê derketî , astengkirina şerê yên di nava netewa demokratîk de cih girtin û li gel astengiyên cihê û pêşxistina potasiyela bihevre jiyînê encamên pratîk, ji bo em jî di vê mijarê de gelek fêrker e. Ji bo vê dema em li Rojava dinêrin, perspektîfa netewa demokratîk beşekî biçûk a prototîpîna wê dibînin lê li başûrê em dibînin ku feraseta netew-dewletê rê li ber çi felaketan vekiriye hê baştir dibînin. Ji bo wê guhertin ne bi hêsanî, guhertinên ne ji rêzê ne. Divê ev dûr û dirêj bê nirxandin. Ne tenê bi pênasekirina dewlet, desthilat û dewletê, dîsa pênasekirina netew-dewletê bi sînor be, hê zêde berfireh û bi kok guhertinên pradîgmayî wê destgirtin wê hê bêhtir bê famkirin.